Ev demek e girtîyên siyasî yên Kurd li nav zindanêt Îranê dest bi mangirtina ji xwarinê kirine yan xwe birçi kirinê. Hatîye zanîn ku hejmarek parlamantarên Ewropa yek ji wan Feleknas Uca daxwaz kirîye ku ew domahîyê bi wê mangirtina xwe bînin.
Feleknas Uca endama Parlamana Ewropayê li ser rewşa girtîyên sîyasîyên Kurd li Îranê digel hevkar Kawa Kirmanc bo Pişka Kurdîya Dengê Amerîka peyivi.
Xanim Uca dibêjit li Parlaman Ewropa ev demek e ku jibo mafên girtîyên sîyasî yên Îranê û dijî dardevekirinê bi taybetî kuştina jinan û mafên mirovan de wan hinek hewldan dane destpêkirin û tevî wê çend parlamanterên din yên Ewropî li ser xwe birçî kirina girtîyan nameyek ji serokkomarê Îranê Ahmedinejad re nameyek şandîye. Belê dibêje çi bersiv ji wê re nehatîye û grêva birçîbûnê berdewam kirîye û girtîyan jibo ku li nexweşxaneyan bi zorê xwarin nedine wan devên xwe dirutine. Belê jiber ku metirsî li ser canê wan heye û ew dê zerarê bide canê wan, wan endaman ji girtîyan daxwaz kirîye ku dev ji birçîbûnê berdin.
Bo guhdarî kirin, fayla dengî ya servey vê perê kilik bike. (Dem 9:45)