Bazarên sehm û senedan li Asya û herêma Pasific îro duşembê geş bûn piştî bizavên hikumeta li seranserê cîhanê kirîn bo bihêz kirina sîstemê diravî.
Bazaraê Sink Hong yê Hon Kong bi rêja 2.5% bilind bû, sehm û senedên hevpişkên Australia bi 5% bilind bû piştî zîyaneke mezin li heftîya buhurî pêkeftî û piştî hikumetê gotî ew dê diravên di banka da biparêzin.
Bazarê Kospî yê Koreya Başur bi du xalê nîv bilind bû li destpêka vekirina wê ku bi 12 û nîv xala zîyan pêkeftibû li heftîya buhurî.
Li bazarê Japonê hate dayêxistin jiber roja bêhnvedanê û bazarê Nikay bi rêja 24% li heftîya buhurî hate xwarê.