VOANews.com

Dengê Amerîka ▪ Kurdî
Jêderê bawerpêkirî yê Nûçe û Pêzanînê

23 Çirîya Yekê 2009 

Evro li VOA:

Nûçeyên bi 45 zimanan
Kombûna li ser helwesta Kurdan beramberî hilbijartinên Iraqê û kêşeya Kerkuk li Hewlêrê bi dawî hat


23/10/2009

Iraqi Kurdish regional President Massud Barzani (file photo)
Sebaret bi kobûneweyî emro berêz Mesud Barzanî serokî Herêmî Kurdistanî Iraq legel hîzbe Kurdîyekan û rêkxirawekan peyamhinêrman Omer Ferhadî li şarî Hewlêr le raportekeyda delêt;

Duwayî tewaw bûnî kombûneweyekî serokî Herêmî Kurdistanî Iraq Mesud Barzanî legel serok û sekreter û berpirsanî hizbe Kurdistanîyekan ke paş nîwroyî Pêncşemme 22î Çirîyî Yekem sala 2009, le telalî encumenî wezîran le şahrî Hewlêr berêve çû, sebaret bi helwest le beramber helbijartinekanî dahatûyî Iraq û kêşeyî Kerkuk serok Barzanî encamî kobûnekey bo medyakanî amade bû rohn kirdewa û gotî;

"Rêgey ewe bi gelê Kurdistan bikim ke emro be pewîstman zanîn kobûneweyekî firewan encam deyn legel hemu hizb û layanekan bo bahskirdinî du xal; yekekyan ew meseleyî qanunî hilbijartinî Iraq û meseleyî Kerkuk ke dîsan be temam bikeyne giriftek û bahaneyek. Babetî duwem; beşdar bunî Kurd e, aya bi yek list yan bi tun.

Ew bextanej li ser meseleyî Kerkuk û navçe devrewekanî dir hemu yek helwest bûn û biryar dira ke bi hîç şêweyek, ême weku Kurd û Kurdistanî qebul nakên hîç cawazîyek bi xêr be le nêwan Kerkuk û parêzgehekanî tirî Iraq be navekî diyar bikrêtewa û hîç qanunek taybetî yan maddeyek taybetî  le ser Kerkuk nabît, tenha madde maddeyî 140 e û eme helwestî hemu layanekan e û min zor zor xoşhalim ke milletî Kurd le mêjda dîsa yek rêzîn wandû û be hemû layakanîj radegehînîn ke ême weku Kurd yek helwestîn, qebul nakîn be hîç şêweyek Kerkuk ciha biçête yan qanunek taybetî bo Kerkuk derxin ke helbijartinekî taybetî bo biken yan pêşwext kursî dabeş biken.

Le ser xalekî duhem dîsan tehkîd kirewe ke weku Kurd û Kurdistanî yek helwêst debîn û eme jî zor zor xalekî girîng e bi nîsbet mesayîlî netewî yek helwest debîn û min emro bi rastî xom zor be bextewar debînim, zor xoşhalim û pêşim xoş bû ke em helwestane be xelkî Kurdistanîj rabigihînim; înşallah her wek bira debîn û rêz û xoşewîstîm bo hemu layane û zor supas."

Her le heman babet da parlamanî Herêmî Kurdistan le beyannameyekî da helwestî xoy rageyand ke le kombûneweyî jimare heftî rojî 21î da be têr û tesellî giftûgo ragorînewey le ser dakira û çawerwanî em ragehandira dekira.

Beyannamekey Parlamanî Kurdistan le derbirînî helwestekey de dilê "Parlamanî Kurdistan ke nunerî sercem pêkhate neteweyî û ayîne cêwazîyekanî xelkî Kurdistan e, duwayî giftûgo kirdinî endamanî parlaman le daniştineke da cext le ser em xalaney xware dekatewa;

Yek, êma le parlamanî Kurdistan da legel ewdayn ke hilbijartinî giştî le tewawî Iraq da le katî xoy encam bidrê û duwa nexirê. Du, pêwîst e hîç parêzgahekî Iraq be taybetî Kerkuk le hilbijartinekan da barekî taybetî pê nedirê, we le parêzgekanîtirî Iraq zîya nekirêtewa. Le bergeyî sê û çar, ragihandirawa ke parlamanî Kurdistan hewl dan bo duwa xistinî hilbijartin li Kerkuk bi pirsekî siyasî, ne wek teknîkî wesf dika we be tawanek derheq bi xelkî em parêzgehanê dadenê we be mayayî pesend kirdinî nazanê û ew grupaney dijayetî be rêweçûnî hilbijartinekan le Kerkuk deken bi grupekî kêm û nunerayetîy sercem Turkman û Erebî parêzgeka nakin.

Herweha le bergekanî tirî ragihandirewaka ke Parlamanî Kurdistan pê waye Kerkuk şarekî Iraqî ye û nasnameyî Kurdistanî ye û maddeyî 140î Destûrî Iraq ke be tewafiq nusrawa, nexşe rêgeyî bo çareserkirdinî em keşe danawa û biryarî kotayîj bo xelkî resenî ew parêzgehe ye.

Le bergeyî heftem û kotayî da Parlamanî Kurdistan dawa deka û delê bo pêdaçûnewe û tomarî nawî dengderan le katî pêwîst da lijneyekî lêkolînewe we bê layan pêkbihênirê bo tewawî parêzgekanî Iraq, ne ke tenya taybet be şarekî diyarî kiraw bê."



E-mail This Article Vê babetê e-mail bike
Print This Article Formata Çapkirinê
  Dawîtirîn Nûçe

  Babetên din
Serokê Perlemana Herêma Kurdistanê derbarê konferansa Kerkukê dipeyive  Audio Clip Available
Seredana Ahmedînejad bo Amerîka Latîn berdewam e
Bi tawana gendelî, vekolîn ligel pênc wezîrên Afganî dihên kirin  
Perlemana Îraqê qanûna helbijartinan pejirand
Çar serbazên Amerîkî li Afganistanê hatin kuştin  Audio Clip Available
Serokê Îranî seredana Berazîlê dike
Li Pakistanê bi kêmî ve 18 çekdar hatin kuştin  Audio Clip Available
Îran dest bi manuvreyên leşkerî yên asmanî kirîye  Audio Clip Available
Serokê Parlamana Herêma Kurdistana Iraqê li ser kêşeyên vê dawîye axift  Audio Clip Available
Dr. Kurmanc Gundî behsa nameya ku bo Neteweyên Yekgirtî hinartine kir  Audio Clip Available
Kêmanîya astê vitamin D di nav xwîna mirovî de metirsîya celta dilî û celta mîşkî zêde diket
Birêveberên Kurdên Êzîdî daxwaza pênc kursîyan li Parlamana Iraqê dikin
Li Bexdayê konferansek hatîye girêdan bo peyda kirina çareserîyeke hevpişk jibo giriftêt Kerkukê
Kombûna Parlamana Iraqê li ser qanuna hilbijartinê bêy çi encaman û rêkeftinan bi dawî hat
Rojnamevan Sîrwan Berko Derbarê Pirsa Kurdî li Tirkîye û Surîyê Dipeyive  Audio Clip Available
Êrîşbirekî xwekuj li başûra rojava Afganistanê 16 kes kuştin û bi dehan kes jî birîndar kirin  Audio Clip Available
Layekanî Erebî Sunnî le naw parlamanî Iraqî piştgirî xoyan bo Tariq Haşimî derbirî
Babeta bernama Hello Washingtona vê carê kêşeyên hilbijartina Iraqê ne
DTP li 150 wargehî bi gel re tê cem hev  ji bo nîqaşa rêvekirina Pirsa Kurdî  Audio Clip Available
Obama û serokê Koreya Başûr ji Koreya Bakûr daxwaza vegera ser mêza danûstandinê dikin
Azad Çalak: Veto ya Haşimî di berjewendiya Kurdan de ye.  Audio Clip Available
Amerîka û hevkarên wê yên navnetweyî dest bi danustandina kirine sebaret bersav nedana Îranê bo pêşnîyaza navokî
Leşkerê Îsraîlê dibêjît firokêt wî hêrîş kire ser sazgeheka çeka û du tunela li devera Xezze
Rojnamevan Alî Akel Paşeroja AKP Dinirxîne  Audio Clip Available
Cîgirê serokê Iraqê Tariq’l Haşimî qanuna hilbijartinê veto diket  Audio Clip Available
Dr. Fuad Mahsum serokê Hevpeymanîya Kurdistan li Parlamana Iraqê li ser hilbijartinê axift  Audio Clip Available
Serokê Amerîka Barack Obama gihîşte Koreya Başûr
Serokatiya Herêma Kurdistanê gefa boykot kirina helbijartina Îraqê dike  Audio Clip Available
Îhsan Arslan jibo Paşeroja Tirkîye Geşbîn e  Audio Clip Available
Netewên Yekgirtî aloziya xwe biramberî helbijartina Îraqê ragehand. 
Pênc girtîyên PKK bo girtîxana Îmralî hatin şandin  Audio Clip Available
Li Beijing serokên Amerîka û Çîn ê dîtinên xwe parve diken
Çekdaran 13 gundî nizîkî Bexdayê koştin