Li Iraqê bi kêmîve 135 kes bi du hêrîşên bomba hatine kuştin
25/10/2009
Polîsê
Iraqê dibêje jiber du teqînên bi bomban ku li nav çend mehên buhurî de
xwînavêjtirîn êrîş bûn, li navenda Bexda bi kêmî ve 135 kes hatine kuştin û
zêdeyî 500 kesên din jî birîndar bûne.
Televizyona dewleta Iraqê dibêje teqînên roja yekşemê ji xwe
re avahîya hikumeta herêmî û Wezareta Dadwerîyê kiribûn armanc.
Teqînê avahîyên li paytextê hejandin û dûkêla ji van êrîşên
cêwîk berev asmanê ve hildikşîya.
Kesî yekser berpirsyarîya xwe beramberî hêrîşan ranegihand.
Belê peyivdarê hikumetê li Bexda Elî El Debbax dibêje ev teqîne rengê hêrîşên El Qaîde dide.
Tundûtûjîya li Iraqê li vê salê bi şêweyeke balkêş kêm
bûbû belê xirabkar berdewam car caran êrîş dikine ser hêzên tenahîya Iraqê û xelkên
sivîl.
Karbidestan huşdarî daye ku çêdibe hêrîş zêde bibin li pêş hilbijartinên meha yek. Berî du mehan kesên bombekirî hêrîş bire ser Wezareta Diravî û Wezareta Karûbarên Derve. Bi rêya wê teqînê zêdeyî 100 kes hatine kuştin û 500 kesên din jî birîndar bûbûn. El Qaîde berpirsyarî jibo wan teqînan rakir.
Derbarê wan du teqînên ku evro li Bexdayê çêbûn peyamhinêrê Dengê Amerîka Goran Tewfîq ji Bexdayê pitir pêzanîn ragihandîye, heke bixwazin guh bidine vê raportê ji kerema xwe lînka li destê rastê lêdin.