NATO ragehand ku bi sedema jimareka hêrişan li başûrê Afganistanê heşt serbazên Amerîkî û hevwelatiyekê sivil yê Afganî hatin kuştin.
Di hêrişên roja sêşembî de jimareka serbazên din birîndar bûn.
Li Luksmburg, wezîrên derve yên Yeketiya Ewropî soz dan pitir alîkariyan pêşkeşî Afganistanê bikin.
Her sal, Yeketiya Ewropî 1.5 milyar dollaran weke alîkariyên sivil pêşkeşî Afganistanê dike.
Hevdem, Afganistan xwe amade dike bo gereka dî ya helbijartina serokatî li roja heftê meha 11.