El-Qayde berpirsiyariya xwe biramberî hêrişên Bexda ragehand
27/10/2009
Giropeka ser bi
El-Qayde li Îraqê berpirsiyariya xwe biramberî peqînkariyên roja yekşembî li
Bexda ragehand ku bûn sedema mirina 155 kesan û birîndar bûna 500 kesên din.
Griopa çekdariya bi navê Dewleta Îslamî li
Îraqê, di beyannamekê de ku li malpereka
Îslamî belav buye, ragehand ku wan hêrişên xwekujî yên Bexda encam dayn.
Serokwezîrê Îraqî Nûrî El-Malikî, El-Qayde û
endamên Partîya Be'es ya berê xetabar kir biramberî wê hêrişê.
Herweha wezareta navxwe ya Îraqî desteser
kirina 70 kesan ragehand bi gumana têkelî hebûn bi peqînên Bexda.