Îranê bersiva xwe da li ser pêşnîyaza zaxkirina uranyumê li derve
29/10/2009
Dezgeha
ragihandina Îranê didete zanîn ku hikumeta Îranê derbarê rêkeftineka sutemenîya
navokî ya ji alîyê Neteweyên Yekgirtî ve hatîye danan bersivek ragihand.
Televizyona El Aram ya ser bi hikumeta Îranê ve ragihand ku nunerekî roja
pêncşembê bersiv da Ajansa Enerjîya Atomî ya Navnetewî (IAEA) li Vienna.
Serokê Îranê Mahmud Ahmedînejad got Îran amade ye ligel welatên rojavayî hevkar
bît lê pêzanînên dîtir li ser bersiva Îranê nehatîye xuya kirin.
Dinav gotareke ser televizyonê roja pêncşembê li bajarê Meşhed, Ahmedînejadî
got welatên rojavayî jibersîngirtinê berev hevkarîyê diçin belê wî herwisa got
Îran dest ji bernamê xwo ya navokî bernadet.
Bernama pêşnîyar kirî ya Ajansa Enerjîya Atomî ya Navnetewî (IAEA), dê rêkê
dete Îranê, uranyumê virêke derve jibo zaxkirineka sivik ku jibo reaktoreka
vekolînê bêt kar anîn.
Armanca vê plane ew e ku rêkê li Îranê bigrît uranyumê heta wê raddê zax biket
ku jibo çekên navokî bête bikar anîn.