Xatun Ronak Ferec li ser mafên jinan û kabîneya nû ya Herêma Kurdistana Iraqê peyivî
By Heyder Kerîm 29/10/2009
Roja çarşembîyê
kabîneya şeşê ya Herêma Kurdistana Iraqê ji alîyê Parlamana Herêmê ve bawerî pê
hate dan bi amade bûna serokê Herêmê û têde hejmarek gotar hatine pêşkêş
kirin. Sebaret wê rêûresmê hevkar Heyder
Kerîm tevî bizavkara mafên jinan xatun Ronak Ferec hevpeyvînek pêk anîye û di
pirse;
Nebûnî
wezaretekî bo mafên jinan lem kabîneyî şeşemî hikumetî Herêmî Kurdistan de çon
heldesengênî?
Xatun Ferec;"Lêre de min tenya yek helweste dekim, ewîj ewe ye, ewî bo min
girîng e navî emî wezaret, weku salanî pêşûw hebûwa, postekî wezarî hebûbe bi
navî postî Wezaretî Jinan, lem sal de biryar e lîjneyek hebê, em lîjneye bi
taybetbe be meselekanî jinan.
Ewey xalî girîng e lêre de bo min çonetî ew lîjneya, girîng ewe nîye lîjneke le
jêr nawî wezaret e, le jêr nawî Lîjneyî Jinana ye, aya emendey meseleyî jinan
bo kabîneyî nuwê meseleyekî girîng ebê ka em li ser komeleyî binema em lîjnena
dabinrê. Ememayî xoşhalî ye.
Ew lîjneye ke pêk dênindrê ekrê piyawanîj hawkarîyan bê, çinku tu le
komelgehekdayî ke be herdû pê meseleke çareser debê. Jinayek bin agayan le meseleke bê, dekekîyan
bê, huşyarîyekan hebê be meseleke, eme xalek.
Duwem, hikumet butceyekî taybet bo em lîjneye dabinrê. Sêhem, em lîjneya deskirawe bêt, lîjneyekî
kara bêt, xelkekî karayî tîya bê, xelkekî bi tuwana têyî bê, agayî le meselekan
bê, her bo pirkirdine nebê her bo nav nebê.
Emê bitwanîn karî ciddî û nexşeyî ciddî bibînin le kabîneyî nû de bo
meseleyî jinan. Emane bo min xalekî
girîng e."
Xatun Ferec herwisa li ser hin babetên din jî peyivî weku bandora hizb û
partîyên siyasî li ser hêza pêşmerge û destêwerdana wan partîyan dinav hikumetê
de û pêywendîya partîyan digel welatên din.
Gelî guhdaran hun dikarin li dirêjahîya vê hevpeyvînê linav bernameyên me yên
îro guhdarî bikin.