VOANews.com

Dengê Amerîka ▪ Kurdî
Jêderê bawerpêkirî yê Nûçe û Pêzanînê

01 Çirîya Duwê 2009 

Evro li VOA:

Nûçeyên bi 45 zimanan
Samî Etruşî endamê Parlamana Iraqê bo Pişka Kurdî ya Dengê Amerîka li ser qanuna hilbijartinê axivî

01/11/2009

Sami Atrushi
             Samî Etruşî
Birêz Etruşî dibêje "Layanên siyasî nikarin bigêhine biryarekê li ser vê qanunê jiber ku her pêşnîyara hatîye pêşkêş kirin bi dilê me nebûye û hatîye red kirin wek nimune li ser mesela Kerkukê bi dilê me nîne ku tade li xelkê me bê kirin, an mehrum kirina wê ji beşekê an kursîyekê zêde bidine hindek layanên dî li ser hesaba Kurdî. Eve bi dîtina me dirust nîne jiber ku lid û Destûrê dive hilbijartin wek hev bêne kirin.

Yek pêşnîyaz ji layê Neteweyên Yekgirtî ve hatîye pêşnîyar kirin ku hilbijartin bêne kirin li 16ê meha yek weku hemi parêzgehên dî, belê li parêzgeha Kerkukê kursîyek bo mukewînê Erebî û kursîyek bo mukewînê Turkmanî kursîyên ku dibêjinê tawîzî yêt wetanî bo bêne terxan kirin.  Bi dîtina min eve tadeyeke, yanî pêşî bikarînana navê Kerkukê, tahdîd kirina wê li dijî Kurda ye eve aşkira ye.  Ya duwê jî bi çi maf bo Ereban, bo Turkmanan kursîkeke zêde hebîtîn û bo Kurdî nebîtin?

Me gotîye em jî bo nimune Kurdên li Diyala em dê dengan kêm bînin, herwisa li Selaheddîn çewa bo Kerkukê bo Ereb û Turkmanan kursîyek zêdetir hatîye danan li wan parêzgehan jî bo me Kurdan kursîyên zêdetir bêne danan belê ew qebul nakin.

Eger ev kêşe neyê çareser kirin dê bizivirine ser qanuna 2005ê. Girifta vê qanunê ew e ku berî Destûrê hatibû danan jiber wê yekê jî hindek beşên wê digel Destûrê li hev nayên. Wek mînak di qanunê de dibêje divê hilbijartin li ser bingeha ka çend dengder li parêzgehê hene bête kirin lê di Destûrê de dibêje divê li ser bingehê ka li wê parêzgehê çend danîşgeh anku rûniştevan hene dengdan bêne kirin.  Herwisa dîsa weku jimara endamên parlamanê jî Destûr dibêje divê li ser binemaya daniştîyên Iraqê bin bi giştî, ew jî dîyar e ku 275 bitenê ne, nêzîkî 36 endaman jê kêmin û tarîxa ku têde hatîye destnîşan kirin bo cêbecêkirina hilbijartinê bo 2005 e bo berhindê dive 16ê yek bête guhorîn di wê qanunê de. Û li dawîyê heke bêt û guhorîn neyê kirin jiber ku desthilata Destûrê li ser hemû qanunan bilintir e ew dê li dû Destûrê bikin yanî  çi ziyan li ser proseya siyasî nîne."



Download Hevpeyvîn
Dagirtin  (MP3)
Listen to This Report Hevpeyvîn
Guhdarî bike (MP3)
E-mail This Article Vê babetê e-mail bike
Print This Article Formata Çapkirinê
  Dawîtirîn Nûçe

  Babetên din
Rojnamevan Sîrwan Berko Derbarê Pirsa Kurdî li Tirkîye û Surîyê Dipeyive  Audio Clip Available
Layekanî Erebî Sunnî le naw parlamanî Iraqî piştgirî xoyan bo Tariq Haşimî derbirî
Babeta bernama Hello Washingtona vê carê kêşeyên hilbijartina Iraqê ne
DTP li 150 wargehî bi gel re tê cem hev  ji bo nîqaşa rêvekirina Pirsa Kurdî  Audio Clip Available
Obama û serokê Koreya Başûr ji Koreya Bakûr daxwaza vegera ser mêza danûstandinê dikin
Azad Çalak: Veto ya Haşimî di berjewendiya Kurdan de ye.  Audio Clip Available
Amerîka û hevkarên wê yên navnetweyî dest bi danustandina kirine sebaret bersav nedana Îranê bo pêşnîyaza navokî
Leşkerê Îsraîlê dibêjît firokêt wî hêrîş kire ser sazgeheka çeka û du tunela li devera Xezze
Rojnamevan Alî Akel Paşeroja AKP Dinirxîne  Audio Clip Available
Cîgirê serokê Iraqê Tariq’l Haşimî qanuna hilbijartinê veto diket  Audio Clip Available
Dr. Fuad Mahsum serokê Hevpeymanîya Kurdistan li Parlamana Iraqê li ser hilbijartinê axift  Audio Clip Available
Serokê Amerîka Barack Obama gihîşte Koreya Başûr
Serokatiya Herêma Kurdistanê gefa boykot kirina helbijartina Îraqê dike  Audio Clip Available
Îhsan Arslan jibo Paşeroja Tirkîye Geşbîn e  Audio Clip Available
Netewên Yekgirtî aloziya xwe biramberî helbijartina Îraqê ragehand. 
Pênc girtîyên PKK bo girtîxana Îmralî hatin şandin  Audio Clip Available
Li Beijing serokên Amerîka û Çîn ê dîtinên xwe parve diken
Çekdaran 13 gundî nizîkî Bexdayê koştin
Parlamenter Ozbek dibêje, AKP Dixwaze Kul û Birînên Hemî Hemwelatîyên Derman Bike  Audio Clip Available
Parlamenterê DTP Nezîr Karabaş û Pêeketinên Dawî li Tirkîye  Audio Clip Available
Nivîskar Hasan Kaya Derheqa Pirsa Kurdî Dipeyive  Audio Clip Available
Serok Obama û serokê Rusya Medvedev kombûn
Rêberên opozîsyona Îranê tepeserkirina xwenîşanderên dijî hikumetê mehkum kirin
Hikumeta Iraqê ya Federalî 246 zindanî li girtîxana Çemçemal azad kirine
AKP roja înê jî berdewam zanyarî dan Parlamana Turkîyê derbarê pirsgirêka Kurdî  Audio Clip Available
Serok Obama soz da ku digel Çînê hevkarîyê biket
Yekîtîya Ewropa û Iraq rêkeftin ku hevkarîyê bikin li ser jimareke babetan
Serok Obama bo seredaneke heyşt rojî ya Asyayê gehêştîye Tokyoyê
Azad Çalak endamê Parlamana Iraqê sebaret bi hilbijartinê axivî  Audio Clip Available
Êrîşbirekî xwekuj êrîş biriye ser karwaneke otomobîlan li nêzîkî bingehê leşkerî yê NATO li Kabulê
Babeta bernama Hello Washingtona vê carê nexweşîya Înfluenzeya Berazan e
Obama daxwaz kirîye ji desteya xwe ya karûbarên tenahîya netewî ku dubare bala xwe bidine stratejîya şerrê li Afganîstanê
Kêmanîyên olî li Musilê raporta Rêxistina Çavdêrîya Mafên Mirovan nirxand
Serok Obama û rêberên din yên cîhanê li salvegera bi dawî anîna Şerê Yekê Cîhanê cengawerên şerrî bibîr tînin  Audio Clip Available
Parlamena Tirkîye di derbarê çareserkirina pirsa Kurdî da kom bû.  Audio Clip Available
Şahab Şêxî dibêje mixabin Îhsan Fettahyan evro sibehê li Îranê hatîye daleqandin
Bi peqîna otombîleka bombekirî bi kêmî ve 30 kes li  Pakistanê hatin kuştin