Komisyona helbijartina li Afganistanê ragehand ku serok Hamid Karzay bo gereka nû serokê
 |
| Serokê Afganî Hamid Karzay. |
Afganistanê ye, piştî helweşandina gera duwema dengdanê. Serokê Komisyonê Ezîzullah Lundin roja duşembî got serok Karzay her li posta xwe dimîne çûnkî wî li gera yekema dengdanê li Tebaxê piraniya denga bidest îna û berbijarê serokatî Ebdullah Ebdullah xwe li gera duwema dengdanê vekêşa.
Ebdullah roja yekşembî vekêşana xwe li helbijartina roja heftê vê mehê ragehand ji ber gomana birêveçûna helbijartineka rewa û bê nerêkî.
Balyozxana Amerîkî li Afganistan û Netewên Yekgirtî xweşhaliya biramberî biryara komisyonê ragehand û pîrozbayî li serok Hamid Karzay kir.