Li encama hêrîşa li ser serbazgeha Fort Hood li Texasê 13 kes hatine kuştin û 31 kes jî birîndar bûne
06/11/2009
General Bob Cone
Serbazekî Leşkerê Amerîka duhî pêncşembîye li serbazgeheke
mezina leşkerî teqe kir û di encamê de bi kêmîve 13 kes kuştin û 31 kesên din
jî birîndar kirin.
Karbidestên xwecihî êrîşbirî wek Nîdal Malik Hasan dan nasîn ku wek
psîkîyatrîst li nexweşxana serbazgehê kar dikir û rûniştevanê wilayeta Virginia
ye.
Komandarê Serbazgeha Fort Hood General Robert Cone dibêje wî serbazî teqe li wê
avahîyê kiriye ku lê serbazên dê biçûna Iraq û Afganistanê amade dibûn. General dibêje du demançe di destê wî serbazî
de hebûne li şeva pêncşemê dema ew hêrîş kirîye û herwisa General dibêje ew
raportên ku dibêjin gumanlêkirî hatibûye kuştin ne rastin.
Nidal Malik Hasan
General dibêje "Wek ku hatîye ragihandin ew
nehatîye kuştin, niha di destê me de ye û rewşa wî aram e. Ez dubare dîsa dibêjim ku êrîşbir ne mirîye, di
destê me de girtî ye û rewşa wî aram e."
Biryar e ku evro karbidestên sivîl û leşkerî li serbazgeha Fort Hood li Texas
rojeke matemînî bigêrin bo yadwerîya qurbanîyên yek ji tundtirîn hêrîşên
komelkuj bo ser bi serbazgeheke Amerîka.
Serok Barack Obama dibêjît ew hicmetî bûye ji teqe kirina Fort Hood herwisa wî
got "hizra min ya destpêkê û duayêt min bo wan kesan e ku birîndar bûyn û
malbatêt kesêt ku hatîne kuştin û ewêt sax ku xizmetê dikin li Fort Hood"
Rêzdar Obama got ew digel Wezîrê Berevanîyê Robert Gates û Serokê Stunêt
Leşkerî û Admîralê Hêzêt Behrî Michael Muller axift û got ew dê berdewam
pêzanîna wergirît li ser wê serhatîyê û dê digel karbidesta hevkarîyê biket bo
vekolînê.