Dr. Fuad Huseyn jibo Pişka Kurdî axift li ser Konferansa Pêywendîyên navbera Herêma Kurdistana Iraqê û Turkîye
By Belên Salih 07/11/2009
Dr, Fuad Huseyn
Dr. Fuad Huseyn, Serokê Dîwana Serokatîya Herêma Kurdistanê di
hevpeyvînekê de digel hevkar Belên Salih li ser pêywendîya navbera Herêma
Kurdistana Iraqê û Turkîye axift. Di
hevpeyvînê de Dr. Huseyn dibêje;
"Konferans derbarê têklatîyên navbera Herêma Kurdistana Iraqê û
Turkîye bû û herwisa behsa rewşa doza Kurdî li Turkîye jî hate kirin ku hemû
alîyan piştevanîya xwe dîyar kir beramberî siyaseta niha li Turkîye jibo doza
Kurdî.
Di konferansê de bi giştî li ser çend xalekê hatîye axaftin ku pêywendîya
navbera herdu alîyan di berjewendîya aborî, tenahî û stratejîya herdu alîyan
e. Ew siyaseta li hember doza Kurdî li
Turkîye di berjewendîya herdu alîyan de ye û ev siyaset weku proseyek e ku bi
çi şêweyekê ji Turkîye re nabe weku metirsîyeke emnî û Herêma Kurdistanê jî
nahêle ku ev yek bibe meseleke emnî.
Di konferansê de herwisa behsa aborî, xwendina bilind, nift û stratejîyê hatîye
kirin ku girînge medyaya Turkî girîngîyeke mezin da konferansê. Belê girîng e ku bizanibin hemû alîyên beşdar
bûn gotine ku ew ne bi rêya fermî beşdar dibin, ew bi rêya şexsî berşdar dibin.
Belê dîsa jî pêwîst e ku pêywendîyên navbera Turkîyê û Herêmê bi çi awayî be jî
berdewam be, û ne tenê li astê fermî be, dive biçe nav xelkê jî, pêwîst e ku biçe
nav komeleya medenî jî û pêwîst e ku rola medyayê jî têde hebe."