Her li wê demê ku vekolîn berdewam e leşkerê Amerîkî şîretvanan dişîne Fort Hoodê
07/11/2009
Major Nîdal Malik Hesen
Piştî
êrîşa pêncşemê ku 13 kes hatibûn kuştin û 31 kes brîndar bûbûn, artêşa Amerîkî
bi dehan şîretvanên behîyê û şarezayên leşkerî dişîne Fort Hooda li Texasê.
Karbidest dibêjin Major Nîdal Malik Hesen bi tivingeke nîv otomatîk û
demançeyeke din êrîş birîye ser leşker û sivîlên nav avahîyê û bixwe jî bi çar
gulleyan birîndar bûye. Peyivdarên Artêşê li ser egera vê êrîşê tu agahdarîyê nadin belê serok Obama û
karbidestên din huşdarîyê didin ku dema lêpirsîn berdewam dike, tu kes bi lez û
bez negihêje encamekê.
Di gotara xwe ya heftane de ku li ser televizyon û radyoyan hate weşandin serok
Barack Obama xemgînîya xwe anî ziman û pesna wan leşkeran da ku jibo
rawestandina êrîşê birîndar bûne yan jî hatine kuştin.
Birêz Obama li ser rêzgiritina qurbanîyan ferman da ku alayên Qesra Sipî û
avahîyên federal heta 11ê meha 11 bêne nizm kirin.