Serokê Şaredarîya Surê li Diyarbekirê li ser kêşeyên mafên mirovan li Turkîye axift
By Dexîlê Şemo 08/11/2009
Abdullah Demîrbaş, Serokê Şaredarîya Surê li Diyarbekirê di
hevpeyvînekê de digel hevkar Dexîlê Şemo li ser kêşeyên demokrasîyê û mafên
mirovan bi taybetî mafên Kurdan li Turkîye axift.
Birêz Demîrbaş ew gava ku hikumeta Turkîye avêtîye jibo doz anku
pirsgirêka Kurdî samîmî anku jidil nabîne.
Serokê Beledîya Surê Demîrbaş dibêje welatên Ewropî bi taybetî
naxwazin ku pirsa Kurdî li Turkîye bi temamî çareser bibe da ku karibin ev yek
weku asteng deynin ber endametîya Turkîye di Yekîtîyê de. Belê Amerîka dixwaze ku ev pirs çareser bibe
û bibe endama Yekîtîya Ewropa. Eger
Turkîye ev pirsgirêk çareser kir li Rojhilata Navîn dibe hêzeke girîng.
Rêzdar Demîrbaş herwisa kêşeya beşdarbûna serokê Sudanê di konferanseke îslamî
de li Turkîye nirxand û got heke Turkîye mêvandarîyê li kesên wisa bike ew tê
wê maneyê ku ew jî di sucdarîya dijî mirovatîyê de beşdar dibe.