Li Almanya bîrewerîya 20 salîya hilweşandina Dîwara Berlînê tê kirin, ku sembola yek bûna her 2 Almanya û dawî hatina komunîzmê li seranser Ewrûpayê.
Gelek serokên Ewrûpî û şexsîyetên mêzin geheştine Berlînê, jibo pişikdarîye merasîman bikin, ligel serokwezîra Almanya Angela Merkel. Di nav mêvanan de, serokê berê yê Yekîtîya Sovyetê Mîhaîl Gorbaçov, serokê berê ye Poland Lech Walesa, Serokwezîrê Brîtanya Gordon Brown, Serokê Fransa Nîkolas Sarkozî, Serokê Rûsya Dîmîtrî Medyedev û her wiha, Wezîra Derva ya Amerîka Hillary Clinton ji cîh digirin.
Tixûbê Almanya Rojhilata Komunîst, êvara 9ê meha 11 1989ê hilweşîya bû, paş xwenîşandanên demokrasîxwaz yên çend hefteyî. Bi hezaran gelê Almanya Rojhilat, piştî vekirina derîyan derbazî hêla Almanya Rojava bûbûn.