VOANews.com

Dengê Amerîka ▪ Kurdî
Jêderê bawerpêkirî yê Nûçe û Pêzanînê

11 Çirîya Duwê 2009 

Evro li VOA:

Nûçeyên bi 45 zimanan
Parlamena Tirkîye di derbarê çareserkirina pirsa Kurdî da kom bû.


11/11/2009

[insert caption here]
Parlamantarên Turk pankartên xwe bilind kirine ku têde dibêje"Ataturkê me, em li ser rêça te birêve diçin, Te ev komar damezirand em dê jiyanê bidinê."
Parlamena Tirkîye doh di derbarê çareserkirina pirsa Kurdî da ku bi navê "pengava vekirina demokratîk" tê bi nav kirin kom bû. Partîyên muxalefetê MHP û CHP  ji ber ku roja 10  neha 11'a, roja bîranîna Ataturk'e xwestin ku gotubêj ji bo rojeke din were paşxisitin lê ev dexwaz nehat pejirandin.  Partîyên muxalefetê MHP û CHP hikumetê ji ber roja biranîna Atatürk ku vê mijarê aniye parlementoyê bi zimanekî tund rexne kirin û nerazîbun nişan dan.

Dema ku Wezîrê karê Hundîr Bekşîr Atalay gotare xwe dikir bi parlameterên partîyên muxalefet bi dengê bilind  tevlîhevîyan derxistin û pankartên ku li serê "Atayê me, emê xwedî li berhemên te derkevin" ra kirin.

Wezirê Karê Hundir Beşîr Atalay, li ser xebatên ku di derbarê pêvajoyê de heyan îro domandina raporteke xwend. Beşîr Atalay di destpêka gotara xwe de destnişan kire ku ev rûniştineke dirokî ye û ew vê mijarê wek meseleyeke netewî dibînin û weha dewam kir. " dema ku me dest bi vê pêvajoyê kire, me da zanîn ku em tu rêxistinên derqanûnî muxetab negrin û me negirt jî mixatabê me gelê me ye û nûnerên wan in. Em her tim dibêjin ku cîh û xedîyê vê pêvajoyê parlamentoye.

Beşîr  Atalay partîyên muxalefetê wek jênegerên demokrasîyê  bi nav kire lê bertekên neyînî yên ku  CHP Û MHP ji bo pêvajoyê nişan didin jî rexne kir. Wezir Atalay bi bir xist ku kar û barên muxalefetê tenê ne rexne ye, di heman demê de çareserkirina pirsên civakîyî jî karê wan in. Atalay destnîşan kir ku 25 sale Tirkîye bi pirsgirêka terorê têdikoşe û ev mesele ji her alî ve zirarê dide welat. ji ber vê yekê jî divê ku bi tevahî  rubarê vê pirsgirêke bibin û wusa dewam kir " Ji bo ku girîngîya vê pêvajoyê were têgîştin, divê were zanîn ku hewldana me ji bo çareserkirina pirsgirêkeke çawa ye? Ev pirsgirêke wêranker e, ev 25 sal e di rêya tekoşîna vê meselê de pir tişt hate wunda kirin, bi dehhezaran mirov hatin kuştin. Divê ku rubarê vê rastîyê bibin û çareserîyeke maînde were li dar xistin. Ji bo çareserkirinê jî divê ku ji dil û bi biryar bin.

Beşîr Atalay li ser xebatên ku di derbarê pêvajoyê de heyan îro domandina jî sekinî. Atalay destnişan kire ku di naveroka pengava vekirinê demokratik de tû xalên ku li hemberê yekîtiya netewîyê  were hesibandin tuneye û weha dewam kir: Tu kes li vî welatî nikare pêşniyar bike ku  esasên makeqanunê yên ku yek netew, yek al, yek ziman e bidin gûhertin. Di nakiroka vekirina pêvajoya demokratîk de tu xalên ku yekîtiya welatê me xerab bike tuneye, ev,yekiîtî û biratîya netewê ye. 

Atalay da zanîn ku 2  mebestên şênber yê pêvajoyê heye. Ya yekem ewe ku dawî li terorê bînin ya duyem jî geş û berzkirina demokrasîya welat e.   

Beşîr Atalay destnişan kir ku tekoşana li hemberê terorê tenê bi pêşîgirtinên ewlehîyê çareser nabe,  divê ku bi çar alî li û bi giştî ev meselê were nirxandin.  

Beşîr Atalay li ser mijara hatina komên aşitîyê jî sekinî û pêşwazikiran wan careke din wekî şov kirinê binav kire. Û ifade kire ku bila tu kes, tu alî van dimenan ji bo xwe wek serkeftinê nebîne. Eger ku di rastê de serkeftîyek hebe, ew jî ya pêvajoyê ye, ne ê tu kesî ye.

Beşîr Atalay ifade kir ku eger pirsa terorê berdewam bibe indî piştî demekî şunde hinek alî ku ew lobîyên şer in,  ji bo berjevendîyên xwe yên siyasî û aborî hebûna terorê bi kar tînin. Kesên ku vekirina demokratîkê wek xerabkirina welat bi nav dike, tirsa perçebuyîna welat dike ser dilê gelê me, bila bizanibin ku ew dikevin bin xizmeta Lobîyên şer.  Ji bo ku indî dilê dê û bavan neşewitin, êş û şewat çênebin em dibêjin edî bes e!

Beşîr Atalay, destnîşan kire ku gavên ku  ji bo vekirina demokratik de werin avêtin ewê roja pêcşemê di  gotûbêja giştî de  aşkere bikin. Roja pêncşemê serokwezîrê Tirkîye Recep Tayyîip Erdoğan jî li ser navê hikumetê dê gotarek bide.

Parlamentera DTP Gültan Kışanak jî ifade kire ku heyan neha pirsa Kurd, wek mijarên kombunên lijneyên ewlehîyên netewî dihate dîtin, yan jî di bargehên artêşê de dihate niqaş kirin lê esas cihê vê meselê parlamentoye  ji ber vê yekê jî gotubêja vekirina demokratîk ku parlamentoyê tê niqaş kirin gaveke dîrokîye, pir girîng e û ji ji bo çareserkirinê jî fersendeke mezin e. Herweha da zanîn ku DTP runiştina ji bo vekirina demokratîk ku li  parlamentoyê tê li dar xistin, ji bo demokrasîyê û parlamentoyê wek ezmûneke mezin dibînin. Bang li muxalefetê jî kir da ku li hemberê pirsa Kurd,  bi wijdanî, wêrekî û .bi dadmendî tevbigerin.

Kişanak got ku ev pirs ya çend kesan nîne, bi giştî  ya Tirkiyeyê ye. Hêvîya tevekî welatîyan  ji parlamentoyê ewe ku  li ser esasên demokrasî, azadî, biratî û wek hevî bi rêya aşitîyane vê pirsê çareser bike. Ji bo ku pirsgirêk were çareserkirin divê ku opersayonên artêşê were rawestandin. Eger ku ev nebe, ev pirs dê çareser nebe.

Kişanak ifade kire makeqanûna 1982 dijî demokrasîyê ye û ji bo guhertina wî divê ku parlamento Dest bi xebatan bike. Kişanak destnişan kir ku eger ku makeqanun were guhertin divê ku di  ya nuh de cudatî û dewlemendîya keleporî wek bingeha yekitiya civakê were dîtin. Herweha bilî zimanê fermî divê ku di qadên taybet û gelemperî de her kes dikaribe bi zimanê xwe biaxive û ev yek,  wekî maf di makeqanûnê de cih bigre. Ji bo ku erkên heremî bi hêz bibin, divê ku pêşî li pêkhatinên îdareyên otonomî vebibe. Mafên perwerdehîya  makeziman bikeve binê teminata makeqanûnê. Divê bê firq û bêşert mafê welatîyên makeqanûnî bidin her kes.

Kişnak got ku pêvajoyeke ku xwe tenê li ser tasfiyekirina PKK saz bike,  dê bi ser nekeve. Herweha ifade kire ku hikumet dibê ku ew jî dilin lê heyan îro tu gavên şênber neavêtine.

Partîyên muxalefetê jî bo vekirina demokratîk axivin. Cigirê serokê  CHP Onur Oymen, iddîa kire ku naveroka vekirina demokratîk ji alîyê welatên derve hatîye amade kirin. Li ser tekoşina terorê Jî sekini û ji Ataturk minak nişan da weha got. " Ataturk tu var bi teroran re muzakere nekirîye her dem li heberê wan tekoşin kiriye. Li hemberê serhildana Şêx Seît ya Dersîmê tekoşin kir, neçu bi wan re li hev nehat. Hikumet bi vê projeyê bi teroristan re li hev tê."

Cigirê serokê MHP Oktay Vural jî destnişan kire ku hikumet ji partîyên muxalefet alikarî dixwaze, lê tu agahîyên şênber nadin da ku dixwazin çi bikin.

Gelî guhdaran hûn dikarin li ser lînka destê rastê guh bidine raporta peyamhinêra me.





Download Li raporta Xecîcan Farqîn gudharî bike
Dagirtin  (MP3)
Listen to This Report Li raporta Xecîcan Farqîn gudharî bike
Guhdarî bike (MP3)
E-mail This Article Vê babetê e-mail bike
Print This Article Formata Çapkirinê
  Dawîtirîn Nûçe

  Babetên din
Serokê Parlamana Herêma Kurdistana Iraqê li ser kêşeyên vê dawîye axift  Audio Clip Available
Dr. Kurmanc Gundî behsa nameya ku bo Neteweyên Yekgirtî hinartine kir  Audio Clip Available
Kêmanîya astê vitamin D di nav xwîna mirovî de metirsîya celta dilî û celta mîşkî zêde diket
Birêveberên Kurdên Êzîdî daxwaza pênc kursîyan li Parlamana Iraqê dikin
Li Bexdayê konferansek hatîye girêdan bo peyda kirina çareserîyeke hevpişk jibo giriftêt Kerkukê
Kombûna Parlamana Iraqê li ser qanuna hilbijartinê bêy çi encaman û rêkeftinan bi dawî hat
Rojnamevan Sîrwan Berko Derbarê Pirsa Kurdî li Tirkîye û Surîyê Dipeyive  Audio Clip Available
Êrîşbirekî xwekuj li başûra rojava Afganistanê 16 kes kuştin û bi dehan kes jî birîndar kirin  Audio Clip Available
Layekanî Erebî Sunnî le naw parlamanî Iraqî piştgirî xoyan bo Tariq Haşimî derbirî
Babeta bernama Hello Washingtona vê carê kêşeyên hilbijartina Iraqê ne
DTP li 150 wargehî bi gel re tê cem hev  ji bo nîqaşa rêvekirina Pirsa Kurdî  Audio Clip Available
Obama û serokê Koreya Başûr ji Koreya Bakûr daxwaza vegera ser mêza danûstandinê dikin
Azad Çalak: Veto ya Haşimî di berjewendiya Kurdan de ye.  Audio Clip Available
Amerîka û hevkarên wê yên navnetweyî dest bi danustandina kirine sebaret bersav nedana Îranê bo pêşnîyaza navokî
Leşkerê Îsraîlê dibêjît firokêt wî hêrîş kire ser sazgeheka çeka û du tunela li devera Xezze
Rojnamevan Alî Akel Paşeroja AKP Dinirxîne  Audio Clip Available
Cîgirê serokê Iraqê Tariq’l Haşimî qanuna hilbijartinê veto diket  Audio Clip Available
Dr. Fuad Mahsum serokê Hevpeymanîya Kurdistan li Parlamana Iraqê li ser hilbijartinê axift  Audio Clip Available
Serokê Amerîka Barack Obama gihîşte Koreya Başûr
Serokatiya Herêma Kurdistanê gefa boykot kirina helbijartina Îraqê dike  Audio Clip Available
Îhsan Arslan jibo Paşeroja Tirkîye Geşbîn e  Audio Clip Available
Netewên Yekgirtî aloziya xwe biramberî helbijartina Îraqê ragehand. 
Pênc girtîyên PKK bo girtîxana Îmralî hatin şandin  Audio Clip Available
Li Beijing serokên Amerîka û Çîn ê dîtinên xwe parve diken
Çekdaran 13 gundî nizîkî Bexdayê koştin
Parlamenter Ozbek dibêje, AKP Dixwaze Kul û Birînên Hemî Hemwelatîyên Derman Bike  Audio Clip Available
Parlamenterê DTP Nezîr Karabaş û Pêeketinên Dawî li Tirkîye  Audio Clip Available
Nivîskar Hasan Kaya Derheqa Pirsa Kurdî Dipeyive  Audio Clip Available
Serok Obama û serokê Rusya Medvedev kombûn
Rêberên opozîsyona Îranê tepeserkirina xwenîşanderên dijî hikumetê mehkum kirin
Hikumeta Iraqê ya Federalî 246 zindanî li girtîxana Çemçemal azad kirine
AKP roja înê jî berdewam zanyarî dan Parlamana Turkîyê derbarê pirsgirêka Kurdî  Audio Clip Available
Serok Obama soz da ku digel Çînê hevkarîyê biket
Yekîtîya Ewropa û Iraq rêkeftin ku hevkarîyê bikin li ser jimareke babetan
Serok Obama bo seredaneke heyşt rojî ya Asyayê gehêştîye Tokyoyê
Azad Çalak endamê Parlamana Iraqê sebaret bi hilbijartinê axivî  Audio Clip Available
Êrîşbirekî xwekuj êrîş biriye ser karwaneke otomobîlan li nêzîkî bingehê leşkerî yê NATO li Kabulê
Babeta bernama Hello Washingtona vê carê nexweşîya Înfluenzeya Berazan e
Obama daxwaz kirîye ji desteya xwe ya karûbarên tenahîya netewî ku dubare bala xwe bidine stratejîya şerrê li Afganîstanê
Kêmanîyên olî li Musilê raporta Rêxistina Çavdêrîya Mafên Mirovan nirxand
Serok Obama û rêberên din yên cîhanê li salvegera bi dawî anîna Şerê Yekê Cîhanê cengawerên şerrî bibîr tînin  Audio Clip Available
Parlamena Tirkîye di derbarê çareserkirina pirsa Kurdî da kom bû.  Audio Clip Available
Şahab Şêxî dibêje mixabin Îhsan Fettahyan evro sibehê li Îranê hatîye daleqandin
Bi peqîna otombîleka bombekirî bi kêmî ve 30 kes li  Pakistanê hatin kuştin