Obama daxwaz kirîye ji desteya xwe ya karûbarên tenahîya netewî ku dubare bala xwe bidine stratejîya şerrê li Afganîstanê
12/11/2009
Karbidestekî bilindê Qesra Sipî dibêje serokê Welatên Yekgirtîyên
Amerîka Barack Obama daxwaz kirîye ji desteya xwe ya karûbarên tenahîya netewî ku
dubare bala xwe bidine stratejîya şerrê li Afganîstanê.
Rêzdar Obama roja çarşemê daxwaza pêdaçûna stratejîya şerrê
Afganistanê kir li dawîn kombûna li ser
rêbaza Afganistanê. Karbidest dibêjin
serok dixwaze ku şêwirmendên wî biryarê bidin ka gelo kîngê û çewa hêzên
Amerîkî dê karibin berpirsyarîya tenahîyê bidine destê hikumeta Kabulê. Karbidestên rêveberîyê dibêjin ku rêzdar
Obama dixwaze eşkere nîşanî serokê Afganistanê Hamid Karzaî bide ku karûbar û
pêgirtina Amerîka li Afganistanê "ne bê dawî ye."
Balyozê Amerîka bo Kabulê Karl Eikenberry
Daxwaza serok Obama li wê demê tê kirin ku balyozê Amerîka bo Afganistanê Karl
Eikenberry jî bi şêweyeke micid gumana xwe dîyar kiriye bo şandina hezên
zêdetir bo Afganistanê.
Karbidest dibêjin Eikenberry heftîya buhurî du raportên nepenî şandine
Washington ku tê de şik û gumana xwe ragihandîye derbarê rêberayetîya Karzaî.
Serokê Afganî tê gunehbar kirin bi destûr dana gendelî û nerêkîyê li demê serokatîya
xwe.