Dengê Amerîka ▪ Kurdish
Karê me ragehandin e

Nivîs bi tenê
Lêgerîn

 
Belçîka di Qirkirina Ruandayê de du kes gunehbar kirin

29/06/2005

Dadgeheke Beçîkî du zirbirayên xelkê Ruanda bi navê Etienne Nzabonimana û Samuel Ndashyikirwa gunehbar kirin beranberî qirkirina sala 1994 ê li Ruanda.

Dadpirsan herdu kardar tawanbar kirin bi alîkariya çek û otomobîlan ku dabûn tundrêyên Hutu jibo ku bi hezaran Tutsî û alîgirên wanî ji Hutuyan qirbikin li herêma Kibungo.


Bi dehan kes li dijî van herdu kesan şahîdî dan û herdu kes digotin ku ew bêgunehin.

Ev dadgehkirin bi gelek guftugoyan dimeşîya ji ber ku li Belçîkayê qanuna ku di vê dadgehkirinê de hate bikaranîn desturê dide Belçîka ku sucdarên cengî dadgeh bike herçiqas ev suc ne di nav Belçîkayê de qewimîbin û zîyan nedabine Belçîkîyan jî.

emailme.gif Vî babetî e-mail bike
printerfriendly.gif Formata Çapkirinê
  Dawîtirîn Nûçe

  Babetên din