Hin raportên ji Îranê dibêjin ku şer di navbera polîs û xwenîşanderan de derketine li bajêrên Kurdan li bakura rojavaya Îranê
Xwenîşandan li bajêrê Mehabadê destpêkirin piştî ku bizavkarekî sîyasî yê Kurd li nehê meha heft – Tîrmehê- hate kuştin li du îddîayan bi destê karbidestên parastinê yên Îranî. Hate ragihandin ku ew xortê bi navê Şuwan Qaderî bi hevalên xwe re rûnişti bû û bê çek û sîleh bû dema ku hêzên ewlekarîyê ber bi wî ve hatine û ji nêz va gulle berdane wî. Piştre wan laşê wî xortî bi qamyonekê ve girêdane û ew li kolanan li du qamyonê kaş kirine an rakêşane. Ew wêneyên ku dibêjin malbata birêz Qaderî li ser înternetê belav kirine rêçen derb û kulmên hovane li ser cendekê wî nîşan didin.
Piştî kuştinê xwenîşanderên dijî hukumetê li Mehabadê bi heftîyan digel polîsên Îranî pevçûn. Ew tevlîhevî li bajêr û herêmên din yên bakurê Îranê belav bû ku gelê lê dijî bi piranî Kurd in. Raport dibêjin ku di dema xwenîşandanên li bajêrokê Şinoyê de du xwenîşanderên dijî hukumetê ji alî polîsan ve hatine kuştin. Malperên Kurdî dibêjin li bajêrokên Mehabad, Pîranşar û Merîwanê zêdeyî dused kes hatine girtin.
Jimara Kurdan di nav gelê Îranê de ji sedî nêzî heft e. Li Îrana bi piranî Şî'e, Kurd Sinnî ne, vêca, hem ji alî olî û hem jî ji alî netewî ve di nav kêmanîyê de ne. Wek ku di Raporta dawîn ya Wezareta Derve ya Welatên Yekgirtî li ser Mafên Mirovan de tê gotin, Kurdên li Îranê, hêj ji destê hukumetê derd dikşînin jiber ku hukumet cudahîyê li wan dike. Zimanê Kurdî û xwendina bi wî zimanî hatine qedexekirin û rêya karên hukumetê ji Kurdan re hatîye girtin. Raporta wezareta derve dibêje ku bi ser de di salên 2003 û 2004an de wan agahî stendîye ku gelek çalakvanên sîyasî yên Kurd an hatine kuştin û an jî hatine girtin. Her wisa di heman demê de pasdaran êrîş birine ser gelek Kurdan.
Elizabeth Cheney cîgira alîkarê wezîra derve ya Amerîka ye. Di hevpeyvînekê de bi Pişka Farisî ya Dengê Amerîka re wê behsa rewşa xirab ya Kurdan kir.
“Em ji dil û can di wê bawerîyê de ne ku lazime Kurdên li Îranê ji ber bawerîyên xwe û ji ber eslê xwe neyêne tepeser kirin, herişandin û kuştin lê em zanin ku ev tişt tev têne kirin".
Xatûn Cheney gotina xwe weha berdewam dike:
"Welatên Yekgirtî bawer dike ku li Îranê divê rêz li hemu kemanîyan bête girtin. Ne mumkune ku Welatên Yekgirtî guh nede reftara hukumeta Îranê digel gelê Îranê. Em ji dil bawerîyê tînin bi dana alîkarîyê bo gelê wêrek yê Îranê".