Dengê Amerîka ▪ Kurdish
Karê me ragehandin e

Nivîs bi tenê
Lêgerîn

 
Sernivîs:  Efxenîstan û şerrê dijî terorîzmê

16/09/2005

Serok George W.Bush dibêje Amerîka dê êrîşa li dijî terorîzmê bidomîne. Serok dibêje, "Em li gelek berokan şerê neyarî dikin ji kolanên paytextên welatên rojavayê bigire heta çîyayên Efxenîstanê, ji deverên eşîrên Pakistanê bigre heta giravên başûra rojhilata Asyayê û şaxê Efrîqayê. Mêze bikin ev awayê nû yê şerê yekemîn şerê qirna 21ê şerekî li seranserê dinyayê belav e".

Bi gotina birêz Bushî daxwaza terorîstan dinyayeke wisa ye ku têda jin têne qutan, mejîyê zarokan tête şûştin û kesên ku wê îdeolojîya zordarî û tundrêyîyê red dikin hemî têne kuştin. Serok Bush dibêje "Me zîyana mezin ya terorîstan dît gava ku wan dest bi ser dewleta têkçûyî ya Efxenîstanê da girtî. Ji xwe wan li wirê nexşe û pîlan danan û xwe hîn û fêr kir ji bo êrîşa ku bi hezaran hevwelatîyên me têda hatin kuştin".

Ji ber ku Amerîka û hevpeymanên wê xwe da ser tayê gelê Efxenî ji bo roxandina rejima Talîban û hevpeymanên wan yên ji El Qaîde yê, Efxenîstan êdî hewîngeheke terorîzmê nîne. Niha Efxenî xwe amade dikin ji bo hilbijarinên parlamentoyê û civatên herêmî. Bi sedan tûndrêyên berê ji Talîban tobe kirîye û hikumeta serok Hemîd Karzay ew efu kirine. Efserên bilind yên berê yên leşkerê Talîban Ebdilwehid Bexranî û Evdilselam jî - ku bi navê Mele Roketî tête nasîn – di nav wan da ne. Wekîl Ehmed Mutewekîl wezîrê berê yê karûbarên derve yê hikumeta Talîban niha berbijar e ji bo endamîya parlamentoyê.

Serok Bush dibêje pêşveçûna Efxenîstanê bi kêr belavkirina hîvîya azadîyê li seranserî devera berfireh ya Rojhilata Navîn têt. Serok dibêje "Li dema dirêj bi tenê rêya dorandina terorîstan pêşkêş kirina bijarekê ye li hember îdeolojîya wan ya ji nehezî û tirsê". Serok Bush pêve diçe û dibêje " Bi birina azadî û hîvîyê bo alîyên dinyayê yên heta niha bêhîvî, em bingeha aşîtîyê datînin ji bo zarok û nebîyên xwe".

emailme.gif Vî babetî e-mail bike
printerfriendly.gif Formata Çapkirinê
  Dawîtirîn Nûçe

  Babetên din