 |
| Ala Haiti |
Navên nêzîkî 3 mîlyon kesên ji xelkê Haiti hatîne nivîsîn ji bo beşdarîya li yêkemîn gerra hilbijartinên serokatî û parlamentoyê li dawîya meha 11e. Gerra duwem ya dengdanê dê li meha yêk ya sala têt bête kirin û biryar e ku serokê nû li meha paştir dest bi karê xwe biket.
Bizava hilbijartinan bi lîsteyeke 32 berbijarên serokatîyê ve destpêdiket. Li heftîyên berî hilbijartinan xelkê Haitiyê dê derfet hebît ku pêtir berbijaran çêtir nas biket û nexşeyên wan bo Haitiyê bizanit.
Serokê nû dê desthilatê ji hikûmeta niha ya berwext bi rêberîya Serok Boniface Alexandre (Bonafas Alekzandra) û Serokwezîr Gerard Latortue (Jirar Latortuw) wergirît. Ew her du li sala 2004ê ji alîyê Civateke Rîspîyan ve hatine bijartin ji bo damezrandina hikûmetekê li şûna ya jêr rêberîya Serokê berê Aristite. Li dû xwenîşandanên salekê ku her mezintir dibûn li dijî hikmê wî yê zordest, Birêz Aristideî xwe ji serokatîyê kêşa û revî li derveyî welat bi hatina serhildayên çekdar li heyva 2 ya Şuwata sala 2004ê bi ser Port-au-Prince a (Porto Prans) paytextê Haitiyê.
Hukmê Birêz Aristide)î demokratîk nebû û wî li dijî hevrikên sîyasî dest bi zorê kiribû. Hilbijartinên parlamentoyê yên ku bo Gulana 2004ê hatîn danan nehatine kirin ji ber pileya zebrûzordarîyê li wî welatî.
Rêkxistîya Dewletên Amerîka alîkarîya xebata nivîsîna navên dengderan diket. Albert Ramdin, (Alberr Ramdan) alîkarê sekreterê giştî yê wê rêkxistîyê dibêjît armanc pêkînana hilbijartinên herî baş e li Haiti, hilbijartinên azad, rewa û her wesa cihê bawerê.’’
Wezîra Derve (Condolezza Rice)ê li serêdaneke bo Haitiyê got gelê Haitiyê dikarît bi dengdan li paşeroja xwe bibîte xweyî.
Mirovan li seranserî dîrokê şer kirîye ji bo xatra mafê dengdanê. Hindekan xwe gorî mafê dengdanê kirîye. Hevwelatîyekî çi çekên ji dengê xwe bihêztir nînin. Vêca gelê Haitiyê, ez ji we dixwazim ku hûn li van rojên tên wî çekî, ango
dengê xwe, bikar bînin.
Birêz Rice ê got ev pêvajoya kuHaiti niha linav,ango, pêvajoya hilbijartinan, dikarît berê dîrokê ji bo Haitiyê biguhorît. Ew hilbijartin dikarît paşeroja gelê Haitiyê gellek çêtir lê biket.