Dengê Amerîka ▪ Kurdî
Karê me ragehandin e

Nivîs bi tenê
Lêgerîn

 
Ji Rêxistîya Saxlemîya Cîhanî huşdarîya êşa mirîşkan  

17/11/2005

Rêxistina Saxlemîya Cîhanî (WHO)dibêje dibe ku zêde kes li Çînê bi êşa mirîşka kevin.

Ev daxuyanî hate ragihandin piştî ku Çînê roja Çarşemê  got ku du merivan vayrusa H5N1 ya êşa mirîşkan girtîye 


Henk Bekedamê ku li ser navê WHO ya li Çînê axivî îro (Pêncşem) got, wan pê xweş e ku hikumet li dijî vê nexweşînê kar dike belê hêjî pirsgirêkên mezin li ber vî welatî ne.  Bekedam dibêje ji sedî 70 ku nêzî 14 milyar in ji lawirên wek mirîşk, dîk, qaz û şamîyên kedî li Çînê, li koxên  malên xelkê tên hewandin.


Dezgehên ragihandinê yên dewleta Çînê dibêjin li du deverên din ew nexweşî hatîye dîtin.


Pekînê gotîye ew dê derzîyan li lawirên kedî bidin li dijî wê nexweşîyê.


Di vê navê de wezîrê saxlemîyê yê Endonezyayê got li welatê wan heftîya buhurî du jin ji ber êşa mirîşkan mirine

Wê vayrusa H5N1 ji sala 2003 an û virdaye bûye egera mirina zêdeyî 60 kesan li rojhilata Asyayê.  Zanist di wê xemê de ne ku dê ev nexweşî xwe biguherîne û têkeve şiklekî ku karibe di nav merivan de jî belav bibe.



emailme.gif Vî babetî e-mail bike
printerfriendly.gif Formata Çapkirinê
  Dawîtirîn Nûçe
Medyaya dewleta Çînê dibêje bi erdhejê jimareka navbera sê û pênc hezar kes mirine

  Babetên din
Firokeya Amerîkî ya alîkarîyê gihîşte Burma
Li bajarê Sadr li Bexda sê çekdar hatine kuştin her çende rêkeftina agirbesê hatîye ragihandin
Agirbest li bajêrê Sedir hat ragehandin  Audio Clip Available
Li Şemzînanê Serhildayên Kurd avêt ser bingeha leşkerî  Audio Clip Available
Yevgeny Primakov dixwazît Kerkuk vegerîte ser Herêma Kurdistanê
Li bajarên Başûrê Rojhilata Tirkiyê çendîn mayin teqiyan: Sê kes mirin 10 kes jî birîndar bûn
Neteweyên Yekgirtî ji welatên endam daxwaza 187 milyon dolaran kir bo alîkarîya Burma
Hoşyar Zebarî ji Amerîka û Îranê daxwaza vejandina danustandinan kir
Firokên Neteweyên Yekgirtî gihîştin Burma lê bizava alîkarîya Amerîka hêjta li benda destûrdanê ye
Abdullah Gul guhorînkarîya li ser qanuna azadîya axaftinê pejirandîye
Karbidestên Iraqî dibêjin li bajarê Sadr heft kes hatine kuştin
Burma firokeya Neteweyên Yekgirtî ya bo alîkarîyê qebul kir belê hêjta pirsgirêkên vîsa hene
Dmitri Medvedev sonda kar wergirtinê xwar wek serokê nû yê Rusya