Dengê Amerîka ▪ Kurdî
Karê me ragehandin e

Nivîs bi tenê
Lêgerîn

 
Şopa teyr û tilûran li rojhilata Tirkiyê bû egera mirina du kesan


05/01/2006

Şopa mirîşkan ku payîza 2005’an de cara pêşîn li rojavayê Tirkiyê li bajarê Manyas rû dabû, vê carê li rojhilata welêt li Bazîda ser bajarê Agiriyê bû egera mirina du zarokan ku xwişk û birayê hev bûn. Bi van mirinan Tirkiye bû yekem welat li derveyî başûrê Asyayê ku ji ber şewba mirişkan mirov lê mirin . Lê wezareta çandinê, payîza çûyî piştî çar rojan ku nexweşî peyda bibû, gotibû nexweşî li Tirkiyê qediyaye.

 

Hefteya pêşî ji ber êşa mirîşkan li der û dora bajarê Agiriyê hin kes mirin. Piştî vê yekê, roja Yekşemê, zarokê bi navê Elî Koçyigît ku ji Bazîdê anîbûn nexweşxaneya Zanîngeha Yuzuncu Yilê ya Wanê, mir. Seretayî hat gotin ku ew zarok ji nexweşîya serma, zatorya miriye lê duh bi şev (4ê mehê) wezîrê tendurustiyê Recep Akdax daxuyaniyek da çapemeniyê. Di daxuyaniyê de hat gotin ku du nexweşên ku bi gumana zatorya anîne Wanê, di wan de vîrûsa şopa teyr û tilûran heye. Wezîr got yek ji wan Elî Koçyigit e ku roja înê li wê nexweşxanê miribû.

Vê sibê ( 5ê mehê) dîsa ji Wanê xebera mirina zarokeke din hat. Xwişka Elî Yîgît, Fatma Yîgît ji ber heman nexweşîyê mir.  Serbijîşkê nexweşxaneya zanîngeha Wanê Husên Avci Şahîn jî diyar kir ku li nexweşxaneya Wan bi vê gumanê 9 kes hene û 7 ji wan zarok in. Tê diyar kirin ku 4 zarok di beşa lêhûrbûnê de ne û rewşa 3 heban xerab e.  Şahîn wekî din got hêna ne misoger e ku nexweşiya teyr û tilûran bi wan 7 kesan re heye lê xwişkeke din a zarokên  ku ji ber şopê miribûn Hulya Koçyîgît jî di rewşa xerab de ye, li beşa lêhûrbûnê dimîne û ji bo ku bikaribe hilm û bîna wê derkeve cîhazek girê daye ber pozê wê.

 

Ji aliyê din de jî, wezîrê tendurustiyê Recep Akdax çû herêmê. Wezîr diyar kir ku, malbata zarokan, berî mirîşkên wan ên nexweş mirar bin serjê kirine û xwarine. Wezîr got wan desteyeke pisporan şandiye herêmê lê ji bilî Bazîdê nexweşî nehatiye dîtîn.
 

Wezîrê çandinê Mehdî Eker jî, ji bo lêkolînan bike dê here Ixdirê. Wezîr got wan ji Erziromê jî hin xeber wergirtine û ew bi dû her xeberê dikevin. Wezîr got ji ber ku rewşa aborî ya xelkê herêmê nebaş e ev jî ji bo nexweşiyê xeterek e.

 

Hevdem, NeteweyênYekgirtî jî sebaret bi bûyerên mirinan li Tirkiyê daxuyaniyek da. Rayedarê bilind ê NY Dr. David Nabarroku berpirsê pişka di derbarê vê nexweşiyê de ye got, ne hewceyî panîkeyê ye. Nexweşîn bi tenê ji mirîşkan derbazî mirovan dibe, ji mirovan nabe. Eger wisa be wê demê rewş xerab dibe.

 

Gurcistanê jî, ku cîranê Tirkiyê ye ji alî Kafkasyayê, ji ber nexweşiyê tedbîrên xwe zêde kirin. Rayedarên Gurcî pispor şandin ser sînora Tirkiyê û wesayîtên ku ji Tirkiyê tên, tên şûştin û ji mîkroban tên paqij kirin.

emailme.gif Vî babetî e-mail bike
printerfriendly.gif Formata Çapkirinê
  Dawîtirîn Nûçe
Medyaya dewleta Çînê dibêje bi erdhejê jimareka navbera sê û pênc hezar kes mirine

  Babetên din
Agirbest li bajêrê Sedir hat ragehandin  Audio Clip Available
Li Şemzînanê Serhildayên Kurd avêt ser bingeha leşkerî  Audio Clip Available
Yevgeny Primakov dixwazît Kerkuk vegerîte ser Herêma Kurdistanê
Li bajarên Başûrê Rojhilata Tirkiyê çendîn mayin teqiyan: Sê kes mirin 10 kes jî birîndar bûn
Neteweyên Yekgirtî ji welatên endam daxwaza 187 milyon dolaran kir bo alîkarîya Burma
Hoşyar Zebarî ji Amerîka û Îranê daxwaza vejandina danustandinan kir
Firokên Neteweyên Yekgirtî gihîştin Burma lê bizava alîkarîya Amerîka hêjta li benda destûrdanê ye
Abdullah Gul guhorînkarîya li ser qanuna azadîya axaftinê pejirandîye
Karbidestên Iraqî dibêjin li bajarê Sadr heft kes hatine kuştin
Burma firokeya Neteweyên Yekgirtî ya bo alîkarîyê qebul kir belê hêjta pirsgirêkên vîsa hene
Dmitri Medvedev sonda kar wergirtinê xwar wek serokê nû yê Rusya