Karbidestêt saxlemîyê tîmek ji xelkê nahîya Bingirt dirist kir ku li wêrê gelek mirîşk mirar bibûn. Ew tîm dest bi rakirina wan mirîşkêt mirar kirîye li wê deverê dewrûbera û teyr û tewalêt nexweş û yêt nexweş ji nav dibin wek ku bizaveke bo kontrol kirina belav bûna enfluenza teyr û tewala.
Eve çar roje li devera ku kiçekê ji ber enfluenza teyr û tewalan gîyana xwe ji dest dabû, bizavên dijî wê nexweşîyê destpêkirîye û heta 30 km dûr rêk hatine girtin û hatin û çûn hatîye berbend kirin bo wê deverê. Her kesê ku ji wî gundî derdikeve yan jî çite wêrê divîya bi dermanên taybet bête paqij kirin. Li hemû gundên Kurdistana Îraqê tîmên kontrol kirina enfluenza teyr û tewala hatîye belav kirin bi taybet ji Dukan heta Hîzob û tuxubê Îranê.
Li dû gotina wezîrê saxlemîya herêmê Dr.Mihemmed Xoşnaw heta nûke 16 kesêt nexweş bûn ku du li wan enfluenza teyr û tewalan vegirtbû û giyana xo ji dest daye û nûke çavdêrî li du nexweşêt dî tê kirin ku guman heye enfluenza teyr û tewala hebit.
Peyamhinêrê Pişka Kurdî ya Dengê Amerîka Yahya Berzincî li ser vê babetê raportek hinartîye. Eger bixwazî guh bidî raportê ji kerema xwe re li jor nivîsa bi rengê şîn ku dibêje "Li raportê guhdarî bike" bitiqîne.