Dengê Amerîka ▪ Kurdî
Karê me ragehandin e

Nivîs bi tenê
Lêgerîn

 
Sernivîs: Çavtirsanidina li Sûrîye

03/04/2006

Hikumeta Sûrî kesên ku rexne li rejîma zordest ya serokê welatî Beşer El Esad digrin tepeser dikin.  Raport û nûçe radigihînin ku karbidestên Sûrî li bajêrê Helebê li bakûr, peyivdarê Partîya rikeberîyê ya bi navê Partîya Azada Netewî ya Sûrî, Semîr Ne’şaar girtîye.

 

Hinek kesên din jî hatine girtin wek cîgirê serokê Rêxistina Mafên Mirovan li Sûrî Muhemmed Necatî Teyyara û rojnamevan û bizavkarê mafên mirovan rêzdar El Abdullah û herwisa kurên wî Muhemmed û Omer.  Di daxuyanîyeke nivîsî de komeleya serbixwe ya Rêxistina Çavdêrîya Mafên Mirovan (Human Rights Watch) dibêje karbidestên Sûrî tu agahî nedane di derbarê cî û sebebên girtina wan kesan de.

Joe Stork cîgirê serokê Rêxistina Çavdêrîya Mafên Mirovan bo Rojhilata Navîn û Efrîqaya Bakûr dibêje serokê Sûrî Beşer El Esad lazime dicîde Alî Abdullah û kurên wî berde û ji hêzên xwe yên tenahîye re bêje ku bizavkarên mafên mirovan netirsînin.


Rêxistina Çavdêrîya Mafên Mirovan dibêje “Li Sûrî ev her dû tişt bi temamî li hev tên: ev girtinên vê dawîyê û tirsandin û belakirîya bi ser bizavkarên mafên mirovan … Hêzên tenahîyê yên Sûrî E’mer Qurabî yê peyivdarê Rêxistina Mafên Mirovan ya Ereban heta çil û heyşt saetan girtine dema ku ji seredana xwe ya ji Washington DC û Parîsê vegerîyabû Şamê.

 Cîgirê peyivdarê Wezareta Derve Adam Ereli dibêje Amerîka gelekî xemgîn e ji ber bûyerên li Sûrî dibêje: “Di van rojên dawî de me dît hin kesên ku bi rîyeke aştîyane li ser mafên mirovan diqewimînin yan tên tirsandin yan jî ji bo demeke dûvedirêj û bê dawî têne girtin.  Carna jî em dibînin ku girseyên gel li ber çavê hêzên tenahîya Sûrî êrîş dibin ser xwenîşanderên ku bê alozkarî  xwenîşandanên xwe dikin û hêza tenahîyê tenê li wan dinihêre û tiştekî bi êrîşbiran nake.”

Cîgirê peyivdarê Wezareta Derve Ereli dibêje Welatên Yekgirtî yên Amerîka bi wê bawerîyê ye ku karbidestên Sûrî piştevanîya vê rewşa çavtirsandinê dikin.  Dibêje Amerîka ji hikumeta Sûrî dixwaze ku bela xwe veke ji kesên ku dixwazin li Sûrî bi rîyeke aştîyane guhertin çêbibin û demokrasîyek aştîxwaz li welatê wan bê danan.

emailme.gif Vî babetî e-mail bike
printerfriendly.gif Formata Çapkirinê
  Dawîtirîn Nûçe
McCain berbijarîya bo serokatîyê ji partîya Komarî qebul kir

  Babetên din
Dick Chaney li Ukrayna ye bo nîşandana piştevanîya Amerîka bo hevalbendên wê li herêmê
Zanista Pakistanî Afya Sediqî red kir ku amade be li dadgeha Amerîkî
Kandîdaya cîgira serokî bo Partîya Komarîyan Sarah Palin li pêş Civîna Niştimanî axift
Li Dîmeşqê civînek çar alî li ser aştîya herêmê tête kirin
Amerîka ragihand ku ew dê 1 milyar dolaran weku alîkarîya avakirin û nûjenkirinê bide Gurcistanê
Serokê Amerîka George Bush piştevanî li John McCain dike
Medvedev dibêjît ew digel Saakashvili danustandinan naket
Rêberên herdu aîyan îro danustandin li ser Qubrisê dikin
Partîya Komarî civîna xwe ya yekem li Minnesota birêve bir
Ji ber barova Gustav heft kes jîyana xwe ji dest dan
Rêberên Yekîtîya Ewropa rêkeftine ku danustandinên hevlabendîkirinê digel Rusya paşde bidin
Barova Gustav li Louisiana dide
Rêberên Yekîtîya Ewropayê kombûneke bilind dikin da li ser kêşeya Gurcistanê bi axivin
Leşkerê Amerîka desthilata kontrol kirina Anbar dide destê hêzên Iraqî
Fermana çûl kirina New Orleans hat dan berî barova Gustav bigehîte Amerîka
Roj Nûrî Şawês: Encama kombûnên Bexda ta radekê başe  Audio Clip Available
Şer û lêkdanên nêvbera serbazên Turk û serhildayên Kurd berdewame  Audio Clip Available
Vladimir Putin Amerîka tometbar dike bi aloz kirina kêşeya Gurcistanê
Obama qebul kir ku bête destnîşan kirin wek berbijarê serokatîyê û gotin avêtin McCain  Audio Clip Available
Iran harîkarîya Nijerya dike bo hevbeş kirina teknolojîya navokî
Hevpeyvînek digel rêzdar Kemal Seydo sebaret girtin û dadgeh kirina Meş'el Temmo  Audio Clip Available
Partîya Demokrat bi destnîşan kirina Obama dîrokê dinivîsîne
Serok Talabanî got Amerîka xwestibû ku serbazên xwe heta sala 2015 li Iraqê bihêle
Li Keşmîra Hindistanê alozîya li ser rehîneyan bi domahi hat
Balyozê Amerîka jibo N.Y. ji alîyê karbidestan ve kefte ber pirsyaran li ser pêywendîya digel Asif Alî Zardarî 
Hillary Clinton piştevanîya xwe dîyar kir bo Barack Obama