Hikumeta Misrê demê qanûna tengavîyê ya 25 salan heta du salên din dirêj kir. Ev qanûn rê dide ku kes bo demeke dirêj û nedîyar û bêy mehkeme bêne girtin û mirovên sîvîl derxin pêşîya dadgehên leşkerî. Ev qanûn herwisa kombûna zêdeyî pênc kesan digel hev de qedexe dike û bi rîya danîna sînoran li ser mafên dîyar kirina hizr û bîran û damezirandina rêkxistinan sînordar dike. Dirêj kirina dema hukmê qanûna tengavîyê ji alî parlamana Misrê ve hate pejirandin ku jêrdestê desthilatdar ya bi navê Partîya Demokratîk ya Netewî ye.
Serokê Misrê Husnî Mubarek di dema hilbijartinên par de soz dabû ku ew dê wê qanûna tengavîyê bi qanûneke nû ya bi mebesta şerê li dijî terorîzmê ve biguhere. Li vê dawîyê li Misrê çend êrîşên bi bomba qewimîne.
Sîyasetvanên rikeberîyê, bizavkarên mafên mirovan û kesên ji xelkê Misrê rexneyan li biryara dirêjkirina demê qanûna tengavîyê digrin. Berevankarê mafên mirovan Ahmed Seyfil Îslam’ê ku serokê Rêxistina bi navê Navenda Qanûnê ya Hîşam Mubarek ya bingeh li Qahîrê dibêje “ev gaveke gelekî ne baş e û wê derî li ber guhertinên sîyasî û pêngavên pêşketinê bigre.” George Îshaq karbidest û peyivdarê komela rikeberîyê ya bi navê Kîfayeh got “ Wê qanûnê bi taybetî hevrikên hikumetê ji xwe re kirine armanc .” Rêzdar Îsaq got di xwenîşandanên li 27ê meha çar-Nîsanê de çil û heyşt endamên Kîfayeh li du vê qanûna tengavîyê hatine girtin.
Dalîya Şerîf ya ku paş xwendina bilind ji xwe re tu kar peyda nekiriye li Qahîrê ji rojnamevanê New York Timesê re got "Em li welatekî wisa dijîn ku tu parastina me nîne ji wan kesên ku ji dilê xwe ve me diparêzin."
Peyivdarê Wezareta Derve ya Amerîka Sean McCormack dibêje biryara hikumeta Misrê bo dirêj kirina dema qanûna tengavîyê " cîyê mixabinîyê ye ":
”Em tê digihîjin ku pirsgirêkên Misrê bi xwe jî hene di derbarê terorîzmê de belê serok Mubarek di dema hilbijartinê de behsa qanuneke nû ya tengavîyê kiribû bi armanca taybetî ya şerê dijî terorîzmê ku herwisa hesabê rêza li azadîya dîyar kirina bîr û bawerîyan û mafên mirovan bike.”
Rêzdar McCormack dibêje Welatên Yekgirtî yên Amerîka hîvî dike ku wê serok Mubarek xweyîyê wê soza xwe ya li dema hilbijartinê be.