Dengê Amerîka ▪ Kurdî
Karê me ragehandin e

Nivîs bi tenê
Lêgerîn

 
Sernivîs: Amerîka alîkarîya Pakistan dike bo Înfluenza Balindeyan

13/06/2006

Vendor unloads crates of chickens from truck at chicken market in JakartaWelatên Yêkgirtî yên Amerîka dê amîr û destgehên ku demê pêhesyana vîrûsa nexweşîya balinde ji 72 seetan têxine 6 seetan bidete Pakîstanê. Bi wê pêhesyana bilez, kuştina nehewce ya mirîşk û teyrên dî dê ji holê rabît û xetera belavbûna nexweşîyê û vegirtina wê ji alîyê mirovan ve kêm bibît. Heta niha linav mirîşkên 28 çewlikên Pakîstanê nexweşîya balinde hatîye vedîtin û pêtir ji 120,000 mirîşk û qaz hatîne vekuştin.

Ji bilî wan amîrên bo bilez dîyarkirin û piştrastkirina hebûn an nebûna wê nexweşîyê, Amerîka her wesa 2,000 destên kelûpelên xweparastinê dayne kesên ku li Pakîstanê li dijî înfluenzaya balinde xebatê diken. Wek pişkeke bizava ji bo nehêlana wê vîrûsê, Amerîka dê her wesa alîkarîya Wezareta Tenduristîyê ya Pakîstanê biket ku çêtir lêkolînê li ser nexweşîyên vegir biket û bersingê wan bigirît û nehêlît ew belav bibin.

Chicken vendor, takes a chicken out of it's cage at poultry section of a market in Jakarta, Indonesia Amerîka li sala 2005ê Bizava Hevkarîya Navneteweyî li dijî Belavbûna Nexweşîya Balinde rêkxist, ku niha pêtir ji 90 welatan têda pişikdar in. Welatên Yêkgirtî yên Amerîka soza dana pêtir ji 330 mîlyon dolaran daye ji bo girtina bersingê nexweşîya balinde. Armanc ew e ku nexweşîyeke nû ya vegir linav mirovan hilnekevît û belav nebît.

Diktor dibêjin reng e vîrusa nexweşîya mirîşkan xwe biguhorît û we lê bêt ku mirov wê ji hevdu vegirin. Mirovan çi parastina ji wê vîrûsa nû nîne, lewma tiştekî wesa dikarît rê bidete belavbûna nexweşîyekê li seranserî dinyayê, nexweşîyeke giştî û her wesa mirinê.

Alîkara Wezîra Derve Paula Dobriansky got eger êşa mirîşkan wek nexweşîyeke we lê hat ku mirov ji hevdu vegirin, ew dikarît aborîyên welatan lawaz biket, bazirganî û gerryan û hatinûçûna linav welatan rawestînît, û her wesa tenahîya sîyasî jî têkvedet. Serok George W. Bush dibêjît çi welat nikarin wê xeterê piştguh biken, û her welatek berpirsîyar e ji bo pêhesyan û rawestandina belavbûna wê nexweşîyê.





emailme.gif Vî babetî e-mail bike
printerfriendly.gif Formata Çapkirinê
  Dawîtirîn Nûçe
Çîn dibêjît zîyan gehêştînê nêzîkî 400 avbenda

  Babetên din
Ban Ki-moon serokê Rêxistîya Karûbarên Mirovî dihinêrîte Burma
Felestînî li berin ku evro li seranserê deverêt dagirkirî xwenîşadanên nerazîbûnê bikin
Jimara kesên jiber erdhejê mirin li Çînê gihîşte nêzî 15000
Wezîrê Derve yê Brîtanya Miliband digel hevkarê xwe yê Tirk Babacan re rûnişt
Dibe ku baroveyek din li Burma bikeve
Bush jibo dest bi seredana xwe ya bo Rojhilata Navîn bike gihîşte Îsraîlê
Li Çînê karmendên hewarçûnê li hewara bi hezaran kesan diçin yên ku di binê erdê de mane
Du karbidestên berê yên Wezareta Derveya Amerîka dibêjin Wezaretê gendelîya li Iraqê di ser guhê xwe re avêtîye
Îran û Ajansa Navokîya Navnetewî dest bi gerek din ya danûstandinê kirîne
Medyaya dewleta Çînê dibêje bi erdhejê jimareka navbera sê û pênc hezar kes mirine
Firokeya Amerîkî ya alîkarîyê gihîşte Burma
Li bajarê Sadr li Bexda sê çekdar hatine kuştin her çende rêkeftina agirbesê hatîye ragihandin
Agirbest li bajêrê Sedir hat ragehandin  Audio Clip Available
Li Şemzînanê Serhildayên Kurd avêt ser bingeha leşkerî  Audio Clip Available
Yevgeny Primakov dixwazît Kerkuk vegerîte ser Herêma Kurdistanê
Li bajarên Başûrê Rojhilata Tirkiyê çendîn mayin teqiyan: Sê kes mirin 10 kes jî birîndar bûn
Neteweyên Yekgirtî ji welatên endam daxwaza 187 milyon dolaran kir bo alîkarîya Burma
Hoşyar Zebarî ji Amerîka û Îranê daxwaza vejandina danustandinan kir
Firokên Neteweyên Yekgirtî gihîştin Burma lê bizava alîkarîya Amerîka hêjta li benda destûrdanê ye
Abdullah Gul guhorînkarîya li ser qanuna azadîya axaftinê pejirandîye
Karbidestên Iraqî dibêjin li bajarê Sadr heft kes hatine kuştin
Burma firokeya Neteweyên Yekgirtî ya bo alîkarîyê qebul kir belê hêjta pirsgirêkên vîsa hene
Dmitri Medvedev sonda kar wergirtinê xwar wek serokê nû yê Rusya