Dengê Amerîka ▪ Kurdî
Karê me ragehandin e

Nivîs bi tenê
Lêgerîn

 
Wezareta Çandê ya Amerîka kêmasîya li ber Înfluenza Balindeyan ragihand

21/06/2006

Lêvekolê Wezareta çandê ya Amerîka dibêje di destê wan de tu planên ku karibin pê înfluenza balindeyan di nav balindeyên ku li dikkanan tên firotin kifş bikin tuneye.

Karbidestên girêdayî lêvekolê giştî di hesaba dawî ya wezaretê de pê deranîne ku pîşesazîya teyr û tewalan ango balindeyan ji bo nexweşîyê bala xwe didin hemu heywanan belê dibêjin test û ceribandinên ji bo nexweşî pê dîyar bibe ne mecbûrîye û tu rê tunene ku hikumet bi ew encam bihisînin.

Ajansa Peyamên Associated Press gotina peyivdareke Wezareta Çandê xanim Karen Eggert belav kiriye ku dibêje ev tiştên ku di hesaba wezaretê de derketine holê karê xwe amade kirin û peyda kirina çareyên ji nexweşîya înfluenza balindeyan re bi pêşve xistîye.

Di vê navê de îro li Endonezyayê şarezayê saxlemîya heywanan Peter Roeder got ji  Endonezyayê re 50 milyon dolar lazime ku di nav sê salên bên de li hember nexweşîya înfluenza balindeyan li berxwe bide.

Roeder dibêje bi vî pereyî wezareta çandê ya Endonezya wê karibe çêtir vekolînan bike, li ser çareyên wê bernameyan çêbike.

 

Li Endonezyayê 39 kes ji ber vîrusa H5N1 mirine.  Tenê Vîetnam bi mirina 42 kesan li pêşîya Endonezyayê ye.

 

 


 

 

emailme.gif Vî babetî e-mail bike
printerfriendly.gif Formata Çapkirinê
  Dawîtirîn Nûçe
Jimara kesên jiber erdhejê mirin li Çînê gihîşte nêzî 15000

  Babetên din
Wezîrê Derve yê Brîtanya Miliband digel hevkarê xwe yê Tirk Babacan re rûnişt
Dibe ku baroveyek din li Burma bikeve
Bush jibo dest bi seredana xwe ya bo Rojhilata Navîn bike gihîşte Îsraîlê
Li Çînê karmendên hewarçûnê li hewara bi hezaran kesan diçin yên ku di binê erdê de mane
Du karbidestên berê yên Wezareta Derveya Amerîka dibêjin Wezaretê gendelîya li Iraqê di ser guhê xwe re avêtîye
Îran û Ajansa Navokîya Navnetewî dest bi gerek din ya danûstandinê kirîne
Medyaya dewleta Çînê dibêje bi erdhejê jimareka navbera sê û pênc hezar kes mirine
Firokeya Amerîkî ya alîkarîyê gihîşte Burma
Li bajarê Sadr li Bexda sê çekdar hatine kuştin her çende rêkeftina agirbesê hatîye ragihandin
Agirbest li bajêrê Sedir hat ragehandin  Audio Clip Available
Li Şemzînanê Serhildayên Kurd avêt ser bingeha leşkerî  Audio Clip Available
Yevgeny Primakov dixwazît Kerkuk vegerîte ser Herêma Kurdistanê
Li bajarên Başûrê Rojhilata Tirkiyê çendîn mayin teqiyan: Sê kes mirin 10 kes jî birîndar bûn
Neteweyên Yekgirtî ji welatên endam daxwaza 187 milyon dolaran kir bo alîkarîya Burma
Hoşyar Zebarî ji Amerîka û Îranê daxwaza vejandina danustandinan kir
Firokên Neteweyên Yekgirtî gihîştin Burma lê bizava alîkarîya Amerîka hêjta li benda destûrdanê ye
Abdullah Gul guhorînkarîya li ser qanuna azadîya axaftinê pejirandîye
Karbidestên Iraqî dibêjin li bajarê Sadr heft kes hatine kuştin
Burma firokeya Neteweyên Yekgirtî ya bo alîkarîyê qebul kir belê hêjta pirsgirêkên vîsa hene
Dmitri Medvedev sonda kar wergirtinê xwar wek serokê nû yê Rusya