Rêkxistîya Saxlemîya Cîhanî dibêjît li Tirkîyê bi tayeke giştî îsal 20 mirov mirîne.
Li dû belavnameya wê navenda Neteweyên Yêkgirtî, pêtir ji 240 mirovan ew taya bi navê ‘Taya Kirim-Kongo’’ girtîye ku ji kêçan an bi xwîna pezê bi wê nexweşîyê tête vegirtin.
Bi wê tayê leşê mirovî germ dibît, gehên wî diêşin û xwîn ji hinavan diçît. Ji mirovên wê vedigirin gelek dimirin û li dijî wê êşê çi şirinqe nînin.
Wezareta Saxlemîyê ya Tirkîyê dibêjît pirranîya wan nexweşan li wîlayetên bakûra rojhilatê bûn.