Dengê Amerîka ▪ Kurdî
Karê me ragehandin e

Nivîs bi tenê
Lêgerîn

 
Sernivîs: “Daxwazeke cîhanî bo azadîyê”

11/09/2006

Li her alîyê Rojhilata Navîn xelk li hember bombe û kuştinan radiwestin da nîşanî dinyayê bidin ku ew dixwazin azad bijîn.  Serok George W. Bush dibêje herêm di dîrokê de gihîştîye nuqteyeke girîng.  Dibêje;

 

‘‘12 milyon Iraqîyên ku li ber çavê terorîstan bi destûrnameyeke demokratîk dengê xwe dan û hikumeteke azad ava kirin em daxwaza azadîyeke cîhanî dibînin di vê helwestê de.  8 mîlyon Afganîyên ku ketin dorê û piştî demeke durûdirêj cara yekem di dîroka xwe de bi rîya demokratîk serokê xwe hilbijartin;  em daxwaza azadîyeke cîhanî dibînin di vê helwesta wan de.  Em daxwaza azadîyeke cîhanî dibînin di helwesta Libnanîyan de ku daketin nav kolanan bo doza azadîyê bikin û alîkarîyê dan ku hêzên Sûrî ji welatê wan derên’’. 

 

Rêzdar Bush axaftina xwe didomîne û dibêje ‘‘Pirsgirêka li Rojhilata Navîn îro ne ewe ku xelk azadîyê naxwaze’’ dibêje ‘‘ Mesele ewe ku demokrasîyên ku wan hê nû ava kirine û nûgihayî ne hêjî li hember terorîst û piştevanên terorîstan bêpişt in.  Kêmasîyeke din jî ewe ku li herêmê gelek ji wan hikumetên nû yên demokratîk hêjî nikarin li ser temamê erdê xwe hukmê xwe bi rêve bibin û kontrol bikin.  Hem li Libnanê hem jî li Iraqê hikumetên hilbijartî şer dikin li hember komeleyên çekdar û dirrinde yên ku dixwazin ew bê hal bikin û karê wan tevlî hev bikin.  Li Libnanê Hîzbullah bêy ku heya hikumeta hilbijartî ya li Beyrûdê jê hebe şerekî îlan kir li hember Îsraîla hevsînor.’’

 

Rêzdar Bush dibêje mesaj gelek dîyar e ‘‘ Welatên Yekgirtîyên Amerîka wê li dijî El Qaîde şerê xwe bi domîne.  Lazime Îran dev ji piştevanîya terorê berde û rêberên komeleyên çekdar jî biryara xwe bidin, eger ew bixwazin di welatê xwe de sîyasetê bikin lazime dev ji çekan berdin.’’ Dibêje ‘‘Rêberên hilbijartî nikarin ji alîkî ve xwe di nav demokrasîyê de bi cî bikin û ji alîkî din ve jî di nav terorê de.’’

 

emailme.gif Vî babetî e-mail bike
printerfriendly.gif Formata Çapkirinê
  Dawîtirîn Nûçe
Li Çînê karmendên hewarçûnê li hewara bi hezaran kesan diçin yên ku di binê erdê de mane

  Babetên din
Du karbidestên berê yên Wezareta Derveya Amerîka dibêjin Wezaretê gendelîya li Iraqê di ser guhê xwe re avêtîye
Îran û Ajansa Navokîya Navnetewî dest bi gerek din ya danûstandinê kirîne
Medyaya dewleta Çînê dibêje bi erdhejê jimareka navbera sê û pênc hezar kes mirine
Firokeya Amerîkî ya alîkarîyê gihîşte Burma
Li bajarê Sadr li Bexda sê çekdar hatine kuştin her çende rêkeftina agirbesê hatîye ragihandin
Agirbest li bajêrê Sedir hat ragehandin  Audio Clip Available
Li Şemzînanê Serhildayên Kurd avêt ser bingeha leşkerî  Audio Clip Available
Yevgeny Primakov dixwazît Kerkuk vegerîte ser Herêma Kurdistanê
Li bajarên Başûrê Rojhilata Tirkiyê çendîn mayin teqiyan: Sê kes mirin 10 kes jî birîndar bûn
Neteweyên Yekgirtî ji welatên endam daxwaza 187 milyon dolaran kir bo alîkarîya Burma
Hoşyar Zebarî ji Amerîka û Îranê daxwaza vejandina danustandinan kir
Firokên Neteweyên Yekgirtî gihîştin Burma lê bizava alîkarîya Amerîka hêjta li benda destûrdanê ye
Abdullah Gul guhorînkarîya li ser qanuna azadîya axaftinê pejirandîye
Karbidestên Iraqî dibêjin li bajarê Sadr heft kes hatine kuştin
Burma firokeya Neteweyên Yekgirtî ya bo alîkarîyê qebul kir belê hêjta pirsgirêkên vîsa hene
Dmitri Medvedev sonda kar wergirtinê xwar wek serokê nû yê Rusya