 |
| John Bolton |
Welatên Yêkgirtî yên Amerîka gazî Surîye û Îranê diket ku êdî çekan nedene Hizbullahê. Balyozê Amerîka li Neteweyên Yêkgirtî John Bolton dibêjît divêt civaka navneteweyî ji bo bicihkirina hukmê biryarnameya jimar 1701 ya Cıvata Tenahîyê ya Neteweyên Yêkgirtî bixebitît û nehêlît bêyîdestûr çi barên çekan bişînine linav Libnanê yan ne xetera ji nû ve destpêkirina şerrî heye.
Şer li meha 7, Tîrmehê hilkeft piştî ku terorîstên Hizbullahê yên li başûra Libnanê çûyn linav Îsraîlê, heşt serbazên Îsraîlî kuştin, du jî revandîn. Îsraîlê bi êrişên li ser cihên Hizbullahê li başûra Libnanê bersiv dayê. Di wî şerrî da nêzîkî 160 Îsraîlî û 1,200 Libnanîyan hatine kuştin.
Biryara jimar 1701 ya Civata Tenahîyê ya Neteweyên Yêkgirtî daxwaza ragirtina wan şerûlêkdanan diket. Ew rê didet ji bo berfirehkirina hêza Berwext ya Neteweyên Yêkgirtî li Libnanê, ya bi navê UNIFIL, ji bo alîkarîya leşkerê Libnanê ku ew bi xwevekêşana Îsraîlê kontrola başûra Libnanê wergirît. Û ew şandina hemî çekan bo Libnanê qedexe diket ji bilî çekên ji bo hikûmeta Libnanê an hêza Neteweyên Yêkgirtî.
Birêz Bolton dibêjît divêt hemî dewlet xwudan berpirsîyarîya pêgirtina bi wê ambargoya çekan bin, eger bi temamî pêgirtin pê nehête kirin dê xetera ji nû ve şerrî gelek zêde bît. Ew barê pêgirtina bi ambargoya çekan nemaze dikevîte ser milên Surîye û Libnanê.
Birêz Bolton dibêjît eger çareya civaka navneteweyî ji wê pirsê ra çareyeke berwext bît û bihêlît Hizbullah xwe ji nû ve xwe rêkûpêk biket û çekan wergirît, wê gavê renge kulûkovanên gelên Libnan û Îsraîlê li nêzîkahîyan hêj girantir lê bin.
Balyozê Amerîka dibêjît ‘‘Divêt çavê me li armancê bît ango bizava pêkve ya hikûmeta Libnanê û UNIFILê li başûra Libnanê bigehîte wê encamê ku Îsraîl bikarît xwe vekêşît.’’
Birêz Bolton dibêjît piştevanîya Surîye û Îranê bo Hizbullahê, piştevanîya diravî, ya hînûfêrkirinê, û ya şandina barên çekan, ne bi tenê wê kêşê aloztir lê diket, lê demê wê jî dirêj diket.
Ew dibêjît "vebirrîna rêya wê alîkarîye, her wek daxwaza biryara jimar 1701, babeteke we ye ku ê dî çênabît ku bi pişt guhî ve bihavêjin.’’