Dengê Amerîka ▪ Kurdî
Karê me ragehandin e

Nivîs bi tenê
Lêgerîn

 
Mamostaya Norwecî pêşnîyara danûstandinên bi PKKê ra diket

20/10/2006

 Kariane Westrheim
Kariane Westrheim
Kariane Westrheim, seroka rêkxistîyeke bi navê ‘‘Komîsyona Civata Sîvîl ya Yêkitîya Ewropî û Tirkîyê’’ ye ku li ser pirsa Kurdî li Tirkîyê serê vê heftîyê li Parlamentoya Ewropî konferanseke du rojî pêkînabû.

 

Dr. Westrheimê di hevpeyvînekê digel Pişka Kurdî da got li dû wê konferansa bi beşdarîya şareza û sîyasetvanên Kurd, Tirk û Ewropî, ji wan endamên parlamentoya Ewropî bi xwe, wan di belavuka xwe da jimareke daxwaz û pêşnîyaran kirîne. Serê pêşîn ew gazî Ewropîyan diken ku piştevanîya xwe bidomînin bo wê bawerîyê ku Tirkîyê dikarît bibîte welatekî demokrat û endama Yêkitîya Ewropî.

 

Ew dibêjît ‘‘Lê her wesa girîng e ku Tirkîye bigehîte wê encamê ku ew dikarît hingê bibîte endam gava ku wê linav tixûbên xwe aştî û aramî heye. Konferans her wesa pêrgînîyê li ragehandina rawestandina şerrî ya ji alîyê PKKê ve li serê vê mehê diket û gazî alîyan şerrî diket ku kiryarên leşkerî ragirin û sê nûnerên ji bo pirsa PKKê li rêyên aştîyane, neleşkerî reftarê bi PKKê ra biken.’’

 

Mebesta wê nûnerên Welatên Yêkgirtî yên Amerîka, Tirkîye û Îraqê bûn.

 

Ew konferansa vê heftîyê li Parlamentoya Ewropî sê heftîyan berî raporta girîng ya Komîsyona Ewropî anku destgehê rêvebir yê Yêkitîya Ewropî hate kirin. Kariane Westrheim dibêjît Yêkitîya Ewropî guhdarîya konferans û peşnîyarên koma wê diket. Li ser pirsîyareke ka eger ew endama wê komîsyonê ba, sê pêşnîyarên serekî yên wê bo Tirkîyê dê çi ban, Kariane Westrheimê got danûstandin û axiftin, serê hemîyan e.

 

Ew dibêjît ‘‘Yêk ji daxwazan divêt ew bît ku Tirkîye guhê xwe bidete Kurdan û gotinên nûnerên wan. Û wan nûneran roleke girîng hebît di prosesesa danûstandinên endamîyê linav Tirkîye û Yêkitîya Ewropî da ji ber ku ev pirse bi babetê demokratkirina Tirkîyê ve girêdayî ye, lewma divêt Tirkîye guh bidete şîretên nûnerên Kurdan.’’

 

Min ji wê mamostaya Zanêngeha Bergen ya Norwecê pirsî ka ma nûnerên Kurdan kî ne ku Tirkîye guhdarîyê lê biket. Wê got partîyên Kurdan û her wesa navê serokê beledîya Dîyarbekir Osman Baydemîr îna. Baydemîr digel serokê Partîya Civaka Demokratîk Ahmet Turk linav pişikdarên wê konferansa Brukselê bû.

 

Lê pêşnîyara duwem ya Westrheimê wêvetir e.

 

‘‘Divêt Tirkîye berê xwe bidete rêyên destpêka danûstandinan bi PKKê ra. Ne ku wê me’nayê ku PKK nûnerîya gelê Kurd biket, lê ez bawer dikem ku divêt Tirkîye an rasterast, an bi alîkarîya navberan bi PKKê ra bipeyivît. Eve girîng e.’’

 

Ew mamostaya Norwecî dibêjît ew pê dihesît ku eve pêşnîyareke kêşeliser e.

 

‘‘Ez dizanim we ye. Ez dibêjim ê dî demê pêtir cisaret û wêrekîyê hatîye di axiftina li ser vê pirsê da çinkû heta niha me bi awayekî navîn behsê wê dikir, gelek bi awayekî hişyarane behs dikir. Ji ber ku eger kesek newêrît bipeyivît pêşveçûn bizehmet e.’’

 

Lê hikûmeta Tirk dibêjît PKK ango Partîya Karkerên Kurdistanê ‘‘komeleke terorîst e’’ û ‘‘ew bi terorîstan ra bazarê naket.’’ Ew PKKê wek berpirsîyara şerrê pêtir ji 15 salan yê ku pêtir ji 30 hezar mirovan têda hatîn kuştin dibînît. Ji bilî Tirkîyê, Welatên Yêkgirtî yên Amerîka û Yêkitîya Ewropî jî ji PKKê ra dibêjin ‘‘terorîst.’’

 

Mamostaya Norwecî dibêjît, bila Yêkitîya Ewropî ji bi PKKê ra bipeyivît.

 

‘‘Gava ku alîyek behsê komeleke terorîst diket, ew ji xwe ra wê dikete awayekî axiftinê, şopek û xwe têda asê diket, dibîte girtîyê wê, nikarît jê derkevît, nikarît xwe ji wê çarçûveya fikrîne rizgar biket.’’

 

Ew dibêjît dîyar e ku PKK xwudanhêz e û ‘‘linav wê jî gelek kesên hêjayî axiftinê, gelek xwenda ne.’’ 

 

Kariane Westrheim, ku roja Duşembî axiftina pêşîn ya Konferansa Sêyem ya Navneteweyî li ser Yêkitîya Ewropî, Tirkîye û Kurdan kiribû, dibêjît ew têbînîya wê belkû ya endamên dî yên rêkxistîya wê nebît û ew digel pişikdarên Tirk yên wê konferansê li ser vî babetî neaxiftîye.

 

Wê konferansê pêrgînî bi ragehandina biryara rawestandina şerrî ya PKKê kiribû, lê Tirkîyê bi fermî çi pûte bi wê ragehandinê nekirîye, û gelek zêrevan şikê ji wê gotina PKKê diben ji ber ku berî wê, wê rêkxistîyê ji sala 1984ê û pê ve çar carên dî şer rawestandibû, lê dûra dîsa dest bi şerrî kiribû.

 

Dr. Westrhem dibêjît vê carê ferqek heye.

 

‘‘Ez dizanim eve cara pêncem e. Ez dibêjim çar carên berî niha pûte pê nehate kirin ji alîyê civaka cîhanî ve û ji alîyên sîyasî ve û her nehate bihîstin. Ez dibêjim vê carê ferq eve ye ku mirov pê diaxivin, gengeşe li ser tête kirin û niha girîng e bo mirovan rawestandina şerî. Û hemî kes dibêjît divêt em vê derfetê bikar bînîn.

 

Seroka rêkxistîya bi navê Komîsyona Civaka Sîvîl ya Yêkitîya Ewropî û Tirkîyê Westrhem dibêjît ji bilî danûstandinên bi nûnerên Kurd û PKKê ra, eger ew li şûna Komîsyona Ewropî bît daxwaza wê ya sêyem ji Tirkîyê dê ew bît ku çareyekê ji pirsa bi 100 hezaran Kurdên bêcihûwar ra peyda biket. Ew mirov li demê şerrê linav şerkerên PKKê û serbazên Tirk ji gundên xwe hatibûne derêxistin. Di wî şerrî da pêtir ji 3 hezar gund û mezrayên Kurdan hatine vala kirin.



emailme.gif Vî babetî e-mail bike
printerfriendly.gif Formata Çapkirinê
  Dawîtirîn Nûçe
Serok Obama Derbarê Sîstema Saxlemîyê Axifî  Audio Clip Available

  Babetên din
Serokê Obama dibêje, Toleyên Navnetewî li Hember Îranê bi Lêzî Pêşve Diçin
Generalê Rûs Dibêje Plana Berevanî ya Mûşekên Amerîkî li Dijî Welatî wî ye
Îran Zax Kirina Yoraniyomê Zêde Dike
NATO Huşdarî Dide Sîvîlên Afganî
Amerîka û Fransa pêşniyaza toleyan nû lidijî Îranê dikin
Rêberê rikaberîyê li Ukrayîn ji hevrika xwe dixwazit pênasînê bi sernekeftina xwe biket  Audio Clip Available
Hevpeyvîn Ligel Serokwezîrê Hikûmeta Herêma Kurdistana Îraqê  Audio Clip Available
Holbrooke Dibêje, Amerîka Danûstandinên Rastexwe ligel Talîbanê Nake
Îran Biryara Dewlemend Kirina Uranyuma Asta Bilind Dide
Serokwezîrê Îsraîl Dibêje, Ew Aşitîyê ligel Surîyê Dixwaze
Gates: Nîşane tune ku Îran Rekeftinekê Ligel Welatên Rojava Bike
Navenda Giştî ya BDP’ê Bû Armanca Êrîşeke Çêkdarî  Audio Clip Available
Li Îraqê Dinav Du Teqînan de Bi Kêmî 41 Kes Hatin Kuştin
Serokê Berê Clinton Vegerîya Haîtî
Dubaî Gefeya Desteser Kirina Serokwezîrê Îsraîlê Dike
Serokwezîrên Britanî û Îrlandî, bo Rekeftinê li Îrlandaya Bakur in
Raportek Liser Xwenîşandanên Karkeran li Tirkiyê  Audio Clip Available
Hikûmeta Îraqê Biryara Dadgeha Pêdaçûnê Red Dike
Konferansa Tirkîye û Pirsa Kurdî li Parlemana Ewrûpa  Audio Clip Available
Nivîskar Ayaz Rewşa Sîyasî li Tirkîye Dinirxîne  Audio Clip Available
Wezîrê Derve yê Îsraelê Huşdarî Dide Serokê Sûrî
Faruk Doru derbarê Konferansa liser Kurdan li Perlîmana Ewropa dipeyive  Audio Clip Available
Peqîn li Kerbela, 20 Kes Hatin Kuştin
Samî Etruşî Li Ser Hilbijartinên Perlemana Îraqê Diaxive  Audio Clip Available
Heşt Kes li Nav Peqîneke li Pakistanê Hatin Kuştin
Pêşinyaza Navokî ya Îranê bi Hijdarî Hate Wergirtin
Serok Obama bi Cîgirê Serokê Îraqê re Kom Dibe  Audio Clip Available
Korkmaz Derbarê Rewşa BDP Dipeyive  Audio Clip Available
Çîn li Deynên Îraqê Xweş Dibe
Stratîciya Amerîkî bo Nexşekêşana Şerî Dihêt Guhertin
Jinekê Xwe Peqand, 41 Kes li Bakûra Bexda Hatin Kuştin  Audio Clip Available
Sedem û Armancên Şoreşa Îranê ya Sala 1979  Audio Clip Available
Xwenîşandan Dijî Seredana Parêzgarê Musil li Tilkêfê  Audio Clip Available
Gropek Îraqî têkelîya xwe bi teqînên wê dawiyê re nîşan dide
Çîn bi tondî li dijî rêkevtina çekan ya Amerîka û Taywanê ye
IAEA dibêjit hêşta ji rêkeftinekê liser bernama navokî ya Îranê bê hîvî nebo ye
Blair li pêş vekolîneka hukmetê rawesta li ser şerê Iraqê
Şêrko Abbas Derbarê Gotara Serok Obama Dipeyive  Audio Clip Available
Serok Obama Gotara Xwe ya Salanê Pêşkêş Kir  Audio Clip Available
Gotara Salane ya Serokê Amerîkî  Audio Clip Available
Kombûnên Serokê Herêma Kurdistana Îraqê li Washington  Audio Clip Available
Îran Jimareka Mûşek û Pirojeyên Çekan Eşkere Dike
Serok Obama Ligel Rêberê Kurdistanê Mesûd Barzanî Kom Dibe
Alî Kîmyayî Hate Darve Kirin