Dengê Amerîka ▪ Kurdî
Karê me ragehandin e

Nivîs bi tenê
Lêgerîn

 
W.H.O. mînakên Înfluenza Balindeyan ji Çînê werdigre

10/11/2006

Chinese quarantine department officials check live chickens scheduled to be transported to Hong Kong
Karbidestên Çînî bala xwe didine mirîşkên ku wê bişînine Hong Kongê.
Rêxistina Saxlemîya Cîhanî (W.H.O.) dibêje Çîn qebûl kiriye ku mînakên vîrûsa înfluenza balindeyan yên ku ji parveye ji wan dixwestin bide karbidestên Rêxistinê.


Nunerê Rêxistina Saxlemîya Cîhanî (W.H.O.) li Çînê Henk Bekedam got Wezareta Çandî ya Çînê piştrast kiriye ku wan 20 mînakên vîrûsên înfulenza balindeyan yên salên 2004 û 2005an şandine.

Dibêje zanist lazime bala xwe bidine wan mînakên vîrûsan ka ew hatine guhertin an na û herwisa ji bo ku dest bi çêkirina derman û derzîyên li dij wê nexweşîyê bikin.


Di vê navê de zanistekî bilind yê Çînê encama lêkolîneke li ser înfluenza balindeyan qebûl nekir ku ev lêkolîn dibêje li parêzgeha Fujian li rojhilata başûra Çînê şikleke nû û qewî ya vê nexweşîyê peyda bûye.

 

Birêvebirê Buroya Nexweşîyên Heywanan ya Wezareta Çandî ya Çînê got agahîyên di lêkolînê de ne rast in û rêya lêkolîn kirinê jî ne bi rêyeke zanistî bûye.

Heftîya buhurî şarezayên sihhet û saxlemîyê li Hong Kong û li Welatên Yekgirtî raportek li ser vî şiklê nû yê vê nexweşîyê belav kir.  Ev raport ji alî Akadamîya Zanistî ya Netewî ya Amerîka ve hatîye çap kirin.

 

Nivîskarên wê lêkolînê dibêjin vîrusa mîna Fujian di nav şiklên din yên înfluenza balindeyan da ya herî bi bandor e û hê ji vêgave li Hong Kong, Malezya û li Taylandê belav bûye.


 

 

emailme.gif Vî babetî e-mail bike
printerfriendly.gif Formata Çapkirinê
  Dawîtirîn Nûçe
Medyaya dewleta Çînê dibêje bi erdhejê jimareka navbera sê û pênc hezar kes mirine

  Babetên din
Firokeya Amerîkî ya alîkarîyê gihîşte Burma
Li bajarê Sadr li Bexda sê çekdar hatine kuştin her çende rêkeftina agirbesê hatîye ragihandin
Agirbest li bajêrê Sedir hat ragehandin  Audio Clip Available
Li Şemzînanê Serhildayên Kurd avêt ser bingeha leşkerî  Audio Clip Available
Yevgeny Primakov dixwazît Kerkuk vegerîte ser Herêma Kurdistanê
Li bajarên Başûrê Rojhilata Tirkiyê çendîn mayin teqiyan: Sê kes mirin 10 kes jî birîndar bûn
Neteweyên Yekgirtî ji welatên endam daxwaza 187 milyon dolaran kir bo alîkarîya Burma
Hoşyar Zebarî ji Amerîka û Îranê daxwaza vejandina danustandinan kir
Firokên Neteweyên Yekgirtî gihîştin Burma lê bizava alîkarîya Amerîka hêjta li benda destûrdanê ye
Abdullah Gul guhorînkarîya li ser qanuna azadîya axaftinê pejirandîye
Karbidestên Iraqî dibêjin li bajarê Sadr heft kes hatine kuştin
Burma firokeya Neteweyên Yekgirtî ya bo alîkarîyê qebul kir belê hêjta pirsgirêkên vîsa hene
Dmitri Medvedev sonda kar wergirtinê xwar wek serokê nû yê Rusya