Dengê Amerîka ▪ Kurdî
Karê me ragehandin e

Nivîs bi tenê
Lêgerîn

 
Li Endonezyaye merivek ji ber Înfluenza Balindeyan mir

30/01/2007

Endonezya radigihîne ku merivek din jiber nexweşîya Înfluenza Balindeyan mirîye. 

Wezareta Saxlemîyê roja duşemê ragihand ku li 19ê meha 1, keçikeke şeş salî ku xelkê parêzgeha Magelanga Javaya Navendî bûye, mirîye.   Lêkolîna di destpêkê de wisa dîyar dike ku ev keçik ji ber ku bi wê nexweşîya bi teyr û tewalên-mirî ketîye, mirîye. 

Samples taken from perished poultry are prepared for molecular biological examination in in Budapest, Hungary, Wednesday, 24 Jan. 2007 Herwisa roja duşemê karbidestên Rûsî yekemîn nexweşîya înfluenza Balindeyan ya li vî welatî ya îsal ragihandin:  dibêjin ev mirina teyrên ku bi vê nexweşîyê ketine ye li herêma başûr ya Krasnodara vî welatî.

Karbidestên Macaristanê jî dibêjin wan zêdeyî neh hezar qazên ku nû gihane serjê kirine li gundekî başûr ji ber ku heftîya buhurî li vî gundî leqayî wê nexweşîyê bûne

Di vê navê de Rêxistîya Saxlemîyê ya Cîhanî (WHO) dibêje ew ceribandinên ku wan li ser 14 Nîjerîyan kirine dîyar kirine ku ev kes bi wê nexweşîyê neketine.  Sê ji wan ceribandinan li ser sê jinan hatibûn kirin ku bi sebebên wek îşaretên vê nexweşîya Înfluenza Balindeyan miribûn.

Ji sala 2003 heta niha 164 meriv ji ber vê nexweşîya Înfluenza Balindeyan mirine. Sebebê mirina qurbanîyên vê nexweşîyê tenê ji ber temasa bi teyr û tewalan ango bi balindeyên ku bi vê nexweşîyê ketine bûye.  Belê zanist ditirsin ku wê ev nexweşî xwe bi rêyekê biguherîne ku wê bi şêweyeke gelek hêsan bikaribe di nav merivan de jî belav bibe û bi milyonan însan pê bimrin.

emailme.gif Vî babetî e-mail bike
printerfriendly.gif Formata Çapkirinê
  Dawîtirîn Nûçe
Medyaya dewleta Çînê dibêje bi erdhejê jimareka navbera sê û pênc hezar kes mirine

  Babetên din
Firokeya Amerîkî ya alîkarîyê gihîşte Burma
Agirbest li bajêrê Sedir hat ragehandin  Audio Clip Available
Li Şemzînanê Serhildayên Kurd avêt ser bingeha leşkerî  Audio Clip Available
Yevgeny Primakov dixwazît Kerkuk vegerîte ser Herêma Kurdistanê
Li bajarên Başûrê Rojhilata Tirkiyê çendîn mayin teqiyan: Sê kes mirin 10 kes jî birîndar bûn
Neteweyên Yekgirtî ji welatên endam daxwaza 187 milyon dolaran kir bo alîkarîya Burma
Hoşyar Zebarî ji Amerîka û Îranê daxwaza vejandina danustandinan kir
Firokên Neteweyên Yekgirtî gihîştin Burma lê bizava alîkarîya Amerîka hêjta li benda destûrdanê ye
Abdullah Gul guhorînkarîya li ser qanuna azadîya axaftinê pejirandîye
Karbidestên Iraqî dibêjin li bajarê Sadr heft kes hatine kuştin
Burma firokeya Neteweyên Yekgirtî ya bo alîkarîyê qebul kir belê hêjta pirsgirêkên vîsa hene
Dmitri Medvedev sonda kar wergirtinê xwar wek serokê nû yê Rusya