Li Endonezyayê keçek bi Înfluenzeya Balindeyan mir
23/05/2007
Karbidestên saxlemîya Endonezya dibêjin keçeke pênc salî li parêzgeha Javaya Navendî ji ber nexweşîya teyr û tewalan ango Înfluenzeya Balindeyan mirîye.
Heke Rêxistina Saxlemîya Cîhanî (WHO) pişterast bike wê ev mirin bibe 77. mirina jiber vê nexweşîyê li Endonezyayê. Endonezya di nav hemu welatên cîhanê de hê ji vêgavê ve ye ku zêdetirîn kes jiber vê nexweşîyê lê mirine.
Herwisa çarşema îro karbidestên Vîyetnamê jî gotin mêrekî 30 salî yê ku xelkê parêzgeha Vinc Phuc’a li bakûr e bi vîrusa H5N1 ya vê nexweşîyê ketîye. Li nexweşxaneyeke Hanoi’ya paytext ew kes tê çareser kirin.
Ji meha 11 ya sala 2005’a were heta niha li vî welatî ev cara yekem e ku ev nexweşî bi merivan jî ketîye.
Karbidestên Pakistanê radigihînin ku li derveyê Îslamabadê li sê deverên ku teyr û tewal lê têne xweyî kirin vîrusa H5N1 belav bûye.
Belê li Pakistanê heta niha ev nexweşî li merivan hêj belav nebûye.