Dengê Amerîka ▪ Kurdî
Karê me ragehandin e

Nivîs bi tenê
Search

 
Amerîka û Islam


07/07/2007
Sernivîs - 507 KB audio clip
Sernivîs audio clip

Serok George W. Bush dibêjit Amerîka rêzê li Islamê digirît û dixazît pitir lêkgehiştin û
President Bush speaking at the Islamic Center of Washington, 27 Jun 2007
Serok Bush li Navenda Islamî ya Waşinton DC.
hefkarî hebit nêvbera Amerîka û xelkê welatêt ku serjimara wan bara pitir Musilmanin. Birêz Bush li rêûresmêt 50 salîya Navenda Islamî li Waşinton DC pêşnyazeka nu ragehand.

Serok Bush got ez dê niwênerekê nemaze bu rêkxistîya Konfiransa Islamî danêm. Eve dê cara yekê bît ku serokekê Amerîkî niwênerekê wesa bu rêkxistîya Konfiransa Islamî danêt. Niwênerê me yê taybet dê guhê xwe dete niwênerêt welatêt Musilman û di jiwan fêr bit, û dê bîr û bawer û nirix û behayêt Amerîka jî bu wan dîyar ket. Serok Bush got mêr û jinêt ku nîyeteka baş heye pêtivîye xwe bikene yek dijî tondrêyêt ku bizavê diken bu bidestve înana desthelatê olî bikar bînin.

Serok Bush dibêjit kesêt xwe bi serkêş daye nasîn wesa xwe nîşa diden ku binavê Musilmana daxifin, lê ne wesa ye. Ew Musilmanêt ku bawerî bi aydolojîya tondrêyî û nehezîya wan nîne, hemîyan bi kafir û dijî olê Islamê dizanin. Ew hêrişêt mezin dikene ser cihêt pîroz yêt Musilmanan, bu jêk vekirna Musilmanan û da Musilman şerê yek û du biken. Qurbanîyêt karêt wan yêt tîrorê bara pitir Musilmanin.

Imam Ebdullah Xoc, serokê Navenda Islamî li Waşinton, got Islam bên firehî û rêzgirtinê li qanonê nîşa me didet. Ew dibêjit Islam ji me dixazit li hemî dema û li hemî cihan mirovêt baş bîn, di jyanê da baş bîn, bi rêka rêz girtinê li qanonêt welatêt em lê dijîn û li heman dem bîr û bawerêt xwe yêt olî bi ceh bînîn.

Serok Bush got rêberêt nerimrê yêt Musilmana pitir ji her kesekê dî li Şerê dijî Tîrorê dengekê xort û bi eger heye. Serok Bush got pêtivîye em rêberêt dî yêt Musilmana qayl bikeyn da ewjî dijî tondrêyan bi axivin, yêt ku mizgefta bu kiryarêt xwe bikar dînin û tivîye ew rêber wan rêkxistîyan tawanbar biken yêt ku olê Islamê bikar dînin bu wergirtina piştevanî û para bu zêde gavîyan.

Serok got heta di welatê meda û welatêt dî li cîhana azad xwe digehînine cihêlêt Musilmana û di wê bawerê da ne ku peqînkarêt xwekuj renge bi kiryarêt rewa bêne zanîn.

Serok George W. Bush got Amerîka rûşite ku piştevanîya Musilmanêt seranserî cîhanê biket bu bidestve înana azadî û aştîyê. Serok Bush got hikmeta helbestvanê mezin yê Musilmana, Rûmî, her li bîra me ye ku di helbestekê da gotibu “çira ferqin, belê ronahîya wan yeke.”

emailme.gif Vî babetî e-mail bike
printerfriendly.gif Formata Çapkirinê

  Dawîtirîn Nûçe
Li Çînê karmendên hewarçûnê li hewara bi hezaran kesan diçin yên ku di binê erdê de mane

  Babetên din
Du karbidestên berê yên Wezareta Derveya Amerîka dibêjin Wezaretê gendelîya li Iraqê di ser guhê xwe re avêtîye
Îran û Ajansa Navokîya Navnetewî dest bi gerek din ya danûstandinê kirîne
Medyaya dewleta Çînê dibêje bi erdhejê jimareka navbera sê û pênc hezar kes mirine
Firokeya Amerîkî ya alîkarîyê gihîşte Burma
Li bajarê Sadr li Bexda sê çekdar hatine kuştin her çende rêkeftina agirbesê hatîye ragihandin
Agirbest li bajêrê Sedir hat ragehandin  Audio Clip Available
Li Şemzînanê Serhildayên Kurd avêt ser bingeha leşkerî  Audio Clip Available
Yevgeny Primakov dixwazît Kerkuk vegerîte ser Herêma Kurdistanê
Li bajarên Başûrê Rojhilata Tirkiyê çendîn mayin teqiyan: Sê kes mirin 10 kes jî birîndar bûn
Neteweyên Yekgirtî ji welatên endam daxwaza 187 milyon dolaran kir bo alîkarîya Burma
Hoşyar Zebarî ji Amerîka û Îranê daxwaza vejandina danustandinan kir
Firokên Neteweyên Yekgirtî gihîştin Burma lê bizava alîkarîya Amerîka hêjta li benda destûrdanê ye
Abdullah Gul guhorînkarîya li ser qanuna azadîya axaftinê pejirandîye
Karbidestên Iraqî dibêjin li bajarê Sadr heft kes hatine kuştin
Burma firokeya Neteweyên Yekgirtî ya bo alîkarîyê qebul kir belê hêjta pirsgirêkên vîsa hene
Dmitri Medvedev sonda kar wergirtinê xwar wek serokê nû yê Rusya