Serok George W. Bush dibêjit dest û darê tenahîyê li Iraqê baştir buye jiber zêde kirna 30 hizar serbazêt dî li dîv sitratîjîyekê bu derêxistina tîrorist û milîtana li deverêt ku bingehêt wan lê hebun. Serok Bush parêzgeha Enbar kire nimune ku wextekê penageha El-Qayde bu. Serok Bush dibêit,
“Min çar hizar serbazêt dî yêt Merînz hinartine Enbar weku pişkek ji zêde kirna hêzêt me. Bihevra digel şêxêt deverê û hêzêt Iraqî û hêzêt hevalbenda, tîrorist ji Remadî û bajerokêt dî derêxistin û bajêrê ku El-Qayde wextekê alayêt xwe lê hildabûn nuke careka dî tênev serxwe birev jyaneka edetî.”
Serok Bush dibêjit ew serkeftina li Enbar hatîye kirn li cihêt dî jî li Iraqê dest pêkirye û pêşveçûn hatîye kirn bu bersing girtina tîroristêt Şî’e jî. Serok dibêjit,
“Berî salekê tondrêyêt Şî’e û milîtanêt ku Iran piştevanîyê lê diket xort bibun û Sunnî kirbune armanc bu kuştinê. Evro ew komel hatîne têkdan û gelek ji rêberêt wan hatîne girtin an kuştin.”
Serok Bush dibêjit ev tenahîya li Iraqê dê şên berdewam biken bi jimareka kêm ya hêzêt Amerîkî. Pênc hizar û heft sed serbazêt Amerîkî dê heta Kirsmisê ji Iraqê vegerên. Serok Bush dibêjit Amerîka pêgirtina hey ku piştevanîya Iraqê biket bu şikandina tîrorista û tondrêya ku gefene liser paşeroja wê, heke bisernekftiban dabîte wêranîyek.
Serok Bush dibêjit,
“Tondrê ji hemî awaya da xort bin. Renge El-Qayde endamêt nu û penagehêt nu peyda kirban. Iran dê qazancê ji bêser û berî wergirît û renge rêkeka serekîya berhemêt hêz û tihnê li cîhanê kontrol kirba û renge Iraq rû bi rûya tengavîyeka mezin ya mirovanîyê biba û da dîmokrasî bi zêdegavîyan hête jinav birn.”
Serok Bush got Iraqeka azad ya giringe bu tenahîya Amerîka. Iraqeka azad rêkê nadete El-Qayde ku penagehek hebît. Iraqeka azad dê bersingê li xirapî û amancêt Iranê girît û dê bîte bingehek bu tenahîyê li deverê.