Dengê Amerîka ▪ Kurdî
Karê me ragehandin e

Nivîs bi tenê
Search

 
Li Amerîka kêmasî di çareserkirina nexweşên şêrpencê de heye ji alî çareserkirina psîkolojîk ve

30/10/2007

Enstîtuya Saxlemîya Welatên Yekgirtî vekolînekê belav kir ku tê de pivanhevbeş têne danîn jibo çareserkirina hissîyat û hestên ku di encama nexweşîna şêrpence anku qansêrê de dertên holê.

Ev kesên ku ji vê nexweşîya şêrpencê bi silametî xelas bûne behsa êşa xwe dikin lê ne tenê êşa birînkarîyê an derman kirina kemoteapîyê, belê herwisa behsa cefa û diltengî û qehra xwe jî dikin ku her piştî çareserkirina nexweşîyê jî ev encam di jîyana wan de bo demek dirêj berdewam dibin.

Beth Leibson Hawkins ji nexweşîya şêrpence bi silametî xelas bûye û dibêje;

“Xwezî hineka di wextî de alîkarîya min kiriba û ji min re gotibana ka gelo hebûna vê nexweşîyê bi meriv re tê çi man’ayê û heta dawîyê çi bandorê dide jîyana meriv.”

Ev vekolîn piştrast dike ku çareserkirina şêrpencê bi rêya dermanan gelekî bi pêş ketîye, lê belê dibêje ev nexweşîyên wisa ku meriv dibe pê bimre, tesîra hîssî ya wan nehatine çareser kirin.  Raport bi taybetî rexne li 20 baştirîn nexweşxaneyên şêrpencê yên welatî digre li ser kêmasîya wan ya çareserkirina nexweşîyê.  Ji wan tenê heyşt nexweşxane çareserkirina psîkolojîk dike û ew jî ne jibo hemû nexweşên xwe belê tenê jibo hinekan e.

Nexweşên ku li nexweşxana West Clinic têne çareser kirin berî ku dixtor dîna xwe bidin wan, ew pêşî di derbarê hest û hissîyatên xwe de bersiva pirsyaran didin.  Vekolîna Enstîtuya Saxlemîyê dixwaze ku gav bi gav ji nas kirina nexweşînê destpêbike heta roja dawîn ya seredan dixtorî lazime nexweş bi vî awayî bêne çareserkirin.

Karen Suddeth ya ku bi silametî ji şêrpenca memikan sax bûye dibêje:

“Ji bo min gelekî bi zehmetî bû, yanî ez tucar wê sibehê jibîr nakim dema ku min bihîst wê porê min jiber derman bi weşe.”

Di raportê da herwisa rexne li karmendên nexweşxana tê girtin ku çima wan nexweşa neşandine ba şêwirmend û dixtorên nexweşîyên hiş û aqilî an jî ba grupên kesên ku ji şêrpencê bi silametî filitîne û piştevanîyê didin nexweşan. 

Belê gavek baş û erînî hatîye avêtin:  Civata Onkolojîya Klînîk ya Amerîkî ku ji şarezayên şêrpencê pêk tê, ragihandîye ku ew ji bo endamên xwe dest bi dersekê dike ku wê tê de wan hîn bike ka çewa baştir bala xwe bidine pêdivîyên hîssî yên nexweşên xwe.

emailme.gif Vî babetî e-mail bike
printerfriendly.gif Formata Çapkirinê

  Dawîtirîn Nûçe
Serok Obama pêşwazî li serokwezîrê Hindistanê dike  Audio Clip Available

  Babetên din
Serokê Perlemana Herêma Kurdistanê derbarê konferansa Kerkukê dipeyive  Audio Clip Available
Seredana Ahmedînejad bo Amerîka Latîn berdewam e
Bi tawana gendelî, vekolîn ligel pênc wezîrên Afganî dihên kirin  
Perlemana Îraqê qanûna helbijartinan pejirand
Çar serbazên Amerîkî li Afganistanê hatin kuştin  Audio Clip Available
Serokê Îranî seredana Berazîlê dike
Li Pakistanê bi kêmî ve 18 çekdar hatin kuştin  Audio Clip Available
Îran dest bi manuvreyên leşkerî yên asmanî kirîye  Audio Clip Available
Serokê Parlamana Herêma Kurdistana Iraqê li ser kêşeyên vê dawîye axift  Audio Clip Available
Dr. Kurmanc Gundî behsa nameya ku bo Neteweyên Yekgirtî hinartine kir  Audio Clip Available
Kêmanîya astê vitamin D di nav xwîna mirovî de metirsîya celta dilî û celta mîşkî zêde diket
Birêveberên Kurdên Êzîdî daxwaza pênc kursîyan li Parlamana Iraqê dikin
Li Bexdayê konferansek hatîye girêdan bo peyda kirina çareserîyeke hevpişk jibo giriftêt Kerkukê
Kombûna Parlamana Iraqê li ser qanuna hilbijartinê bêy çi encaman û rêkeftinan bi dawî hat
Rojnamevan Sîrwan Berko Derbarê Pirsa Kurdî li Tirkîye û Surîyê Dipeyive  Audio Clip Available
Êrîşbirekî xwekuj li başûra rojava Afganistanê 16 kes kuştin û bi dehan kes jî birîndar kirin  Audio Clip Available
Layekanî Erebî Sunnî le naw parlamanî Iraqî piştgirî xoyan bo Tariq Haşimî derbirî
Babeta bernama Hello Washingtona vê carê kêşeyên hilbijartina Iraqê ne
DTP li 150 wargehî bi gel re tê cem hev  ji bo nîqaşa rêvekirina Pirsa Kurdî  Audio Clip Available
Obama û serokê Koreya Başûr ji Koreya Bakûr daxwaza vegera ser mêza danûstandinê dikin
Azad Çalak: Veto ya Haşimî di berjewendiya Kurdan de ye.  Audio Clip Available
Amerîka û hevkarên wê yên navnetweyî dest bi danustandina kirine sebaret bersav nedana Îranê bo pêşnîyaza navokî
Leşkerê Îsraîlê dibêjît firokêt wî hêrîş kire ser sazgeheka çeka û du tunela li devera Xezze
Rojnamevan Alî Akel Paşeroja AKP Dinirxîne  Audio Clip Available
Cîgirê serokê Iraqê Tariq’l Haşimî qanuna hilbijartinê veto diket  Audio Clip Available
Dr. Fuad Mahsum serokê Hevpeymanîya Kurdistan li Parlamana Iraqê li ser hilbijartinê axift  Audio Clip Available
Serokê Amerîka Barack Obama gihîşte Koreya Başûr
Serokatiya Herêma Kurdistanê gefa boykot kirina helbijartina Îraqê dike  Audio Clip Available
Îhsan Arslan jibo Paşeroja Tirkîye Geşbîn e  Audio Clip Available
Netewên Yekgirtî aloziya xwe biramberî helbijartina Îraqê ragehand. 
Pênc girtîyên PKK bo girtîxana Îmralî hatin şandin  Audio Clip Available
Li Beijing serokên Amerîka û Çîn ê dîtinên xwe parve diken
Çekdaran 13 gundî nizîkî Bexdayê koştin