Komeleka zanyarên Austuralî rêyeke nû vedîtîye bo çareserkirina nexweşîya Maleriayê, ew jî bi rêya proteinên ku ji glulkên xwîna sor têne wergirtin.
Paresaytên Maleriayê ku jîyandarek e linav xwînê de dijît, şaneyan kêmdar diket û bi vî awayî rengê şaneyê diguhoritin û dinav leşê mirovî de belav dibit.
Vekoler ji Enstituya Vekolînên Bijîjkî ya Walter û Eliza Hall li bajêrê Melbourne li wê bawerê ne ku ew vedîtina wan pêngavekî mezin e li dijî nexweşîya Maleria ku salane pitir ji sê milyon mirov li seranserî dinyayê pê dimirin.
Vekoler û zanyaran mekanîzmek dane nasîn ku dişêt gulîlkên xwîna sor yên kêmdar bi Maleriayê li ser dîwarêt damarêt xwînê ra bigritin û nehêlitin belav bibitin. Parasaytêt Malariayê keresteyekî çir berhem tînin û şaneya jî çir dikin û bi vê çendê nahêlit ew şaneyêt kêmdar dinav tehêla mirovî da belav bibin û heger hat û belave bin ew parasayte ku heza xwe ji parçeyên dî yên leşê mirovî werdigrit, dê sîstema berevanîya leşê mirovî jinav bibitin.
Bi rêya kar înana ezmûnên girêdayî bi peydabûnê ve yan ku genetîkî, zanyarên Austuralî şîyane heft cûrên proteinan bidine nasîn ku rê didine parasaytan çir bibin û li ser wan glulkên xwînê yên kêmdar xwe bigrin.
Salane navbera 350 heta 500 milyon mirov li hemî dinyaye tûşî nexweşîya Malariayê dibin ku ji egera pêvedana pêşîyana anku kermêşan çêdibit. Tête ragihandin ku ev nexweşîye behra pitir li welatên Efrîqa û Asyayê tête dîtin.