VOANews.com

Dengê Amerîka ▪ KurdîKarê me ragehandin e

 
Nûçeyên bi 45 zimanan
Sernivîs - Rêbaza nu ya Serok Barack Obama


27/01/2009

Di gotarekê de beramberî xirveboneka bê hevber li rê û resmêt swîndxarnê li Washington û beramberî cîhanê hemiyê, serok Barack Obama çû Serya Spî û sozê da ku Welatêt Yêkgirtî yêt Amerîka dîtineka nu bo rêberî kirina cihanê hebit.

Serok Obama got, Amerîka dost û hevleke bo her welatekê ko daxaza aştîyê û serbilindîyê biket û dê destê xwe heta bo dujminêt xwe jî dirêj ket heke ew di amede bin mistêt xwe veken. Di peyveka rijt da bo hevber kirina gelek girê û astengan ku li pêş hene li welatî, Amerîka û hem li derve, serokî got, welat rû bi rûye digel bijarêt bi zehmet, lê amedeye bo wî karî.

Her ji nuke, li rojêt pêşîyê ji dest pêkirina karê xwe, ew yê digel şîretvanêt xwe yêt mezin kom dibit bo dan û standinê liser peyda kirina çareyekê bo kêşeya aborîya welatî û gohorîna kiryarêt leşkerî li Iraqê û Afganistanê.

 

Serok Obama herwisa got, dê digel dost û neyarêt berê kar ket bo kêm kirina gefa navokî û kêm kirina gefa germbûna cihanê.  Wî got em dê liser wan mîrata berdewam bîn û li dîv wan nirx û behaya çîn û em carekadî dê şêyn çareyekê li van gefêt xwî keyn ko pêtvî bi bizav û zehmeteka pitir heye û pêtvî bi hevkarî û têgehiştineka pitir heye navbera welatan.

 

Serok Obama bi taybet behsê cîhana Musilman kir, herêma ko li salêt vê domahyê, şik û goman liser Amerîka û rêbazêt wê heboyne. Serok Obama got “em bizavê dikeyn bo rêkeka nu ya berev pêş liser binaxê berjewendîyêt du alî û rêzgirtina du alî.”

Wî huşdarî da wan rêbera ku li seranserî cîhanê bizavê diken tovê kêşe û girftariya bi reşînin yan jî girftarîyêt civakêt xwe dikene binasêt rojava ku xelkê wan liser binaxê tiştêt ew ava diken ne yêt wêran diken dê helsengînin.

Rêzdar Obama di gotara xwe da her weko serokêt berê rijtî li hevwelatîyêt xwe yêt Amerîkî kir da bihevra beramberî şer û kêşeyêt dî ku rû bu rûne digel rawestin. Cîhan hatiye gohorîn ewey serdemê Franklin Roosevelt, John Kennedy û Ronald Reagan û girftariyêt Amerîka gelek caran li cihanê jî heboyne. Wextê serdemekê nuye bo hevkariya navneteweyî ku hevalbendiya berê bi hêztir lê biket û hevalbendîyeka nu ava biket bo bersîng girtina girê û astengêt sed saliya 21-ê ku ew jî, çekêt navokîne, gorhorîna jîngehê, hejarî, kêşeyêt herêmî û tîreyî yêt ne hatîne çareser kirin û mesela qir kirina giştî û cinosayd û belav bûna nexweşiyan.

 

Rêzdar Obama got, ev girftarîye di rijtin û gelekin ku bi sanehî na hêne çareser kirin, lê dê her hêne çareser kirin.


Listen to This Report Sernivîs
Dagirtin  (MP3)
Listen to This Report Sernivîs
Guhdarî bike (MP3)
E-mail This Article Vê babetê e-mail bike
Print This Article Formata Çapkirinê
  Dawîtirîn Nûçe
Perlemana Îraqê qanûna helbijartinan pejirand

  Babetên din
Çar serbazên Amerîkî li Afganistanê hatin kuştin  Audio Clip Available
Serokê Îranî seredana Berazîlê dike
Li Pakistanê bi kêmî ve 18 çekdar hatin kuştin  Audio Clip Available
Îran dest bi manuvreyên leşkerî yên asmanî kirîye  Audio Clip Available
Serokê Parlamana Herêma Kurdistana Iraqê li ser kêşeyên vê dawîye axift  Audio Clip Available
Dr. Kurmanc Gundî behsa nameya ku bo Neteweyên Yekgirtî hinartine kir  Audio Clip Available
Kêmanîya astê vitamin D di nav xwîna mirovî de metirsîya celta dilî û celta mîşkî zêde diket
Birêveberên Kurdên Êzîdî daxwaza pênc kursîyan li Parlamana Iraqê dikin
Li Bexdayê konferansek hatîye girêdan bo peyda kirina çareserîyeke hevpişk jibo giriftêt Kerkukê
Kombûna Parlamana Iraqê li ser qanuna hilbijartinê bêy çi encaman û rêkeftinan bi dawî hat
Rojnamevan Sîrwan Berko Derbarê Pirsa Kurdî li Tirkîye û Surîyê Dipeyive  Audio Clip Available
Êrîşbirekî xwekuj li başûra rojava Afganistanê 16 kes kuştin û bi dehan kes jî birîndar kirin  Audio Clip Available
Layekanî Erebî Sunnî le naw parlamanî Iraqî piştgirî xoyan bo Tariq Haşimî derbirî
Babeta bernama Hello Washingtona vê carê kêşeyên hilbijartina Iraqê ne
DTP li 150 wargehî bi gel re tê cem hev  ji bo nîqaşa rêvekirina Pirsa Kurdî  Audio Clip Available
Obama û serokê Koreya Başûr ji Koreya Bakûr daxwaza vegera ser mêza danûstandinê dikin
Azad Çalak: Veto ya Haşimî di berjewendiya Kurdan de ye.  Audio Clip Available
Amerîka û hevkarên wê yên navnetweyî dest bi danustandina kirine sebaret bersav nedana Îranê bo pêşnîyaza navokî
Leşkerê Îsraîlê dibêjît firokêt wî hêrîş kire ser sazgeheka çeka û du tunela li devera Xezze
Rojnamevan Alî Akel Paşeroja AKP Dinirxîne  Audio Clip Available
Cîgirê serokê Iraqê Tariq’l Haşimî qanuna hilbijartinê veto diket  Audio Clip Available
Dr. Fuad Mahsum serokê Hevpeymanîya Kurdistan li Parlamana Iraqê li ser hilbijartinê axift  Audio Clip Available
Serokê Amerîka Barack Obama gihîşte Koreya Başûr
Serokatiya Herêma Kurdistanê gefa boykot kirina helbijartina Îraqê dike  Audio Clip Available
Îhsan Arslan jibo Paşeroja Tirkîye Geşbîn e  Audio Clip Available
Netewên Yekgirtî aloziya xwe biramberî helbijartina Îraqê ragehand. 
Pênc girtîyên PKK bo girtîxana Îmralî hatin şandin  Audio Clip Available
Li Beijing serokên Amerîka û Çîn ê dîtinên xwe parve diken
Çekdaran 13 gundî nizîkî Bexdayê koştin
Parlamenter Ozbek dibêje, AKP Dixwaze Kul û Birînên Hemî Hemwelatîyên Derman Bike  Audio Clip Available
Parlamenterê DTP Nezîr Karabaş û Pêeketinên Dawî li Tirkîye  Audio Clip Available
Nivîskar Hasan Kaya Derheqa Pirsa Kurdî Dipeyive  Audio Clip Available
Serok Obama û serokê Rusya Medvedev kombûn
Rêberên opozîsyona Îranê tepeserkirina xwenîşanderên dijî hikumetê mehkum kirin
Hikumeta Iraqê ya Federalî 246 zindanî li girtîxana Çemçemal azad kirine