El-Qayde û dar û destekên wê hêş wek gefa herî mezin ya teroristî bo ser Amerîka û hevalbendên wê mayne. Ew çend li gor berhevdana raportên welatî yên sala 2008 yên wezareta derve li ser terorê.
Ji 11-ê meha 9 sala 2001-ê pêde heya niha, El-Qayde û hevalbendên wê ji tixobên Afxanistanê berew nav herêmên dûrdestên Pakistanê derbaz bûne. Ew deverên çiyayî û asê wek bingehên parastî bixwe bikar tinin ku dikarin xwe têde veşêrin, hîn bibin, tevî alîgirên xwe pêwendiyê bigirin, pîlanên êrîşan darêjin û pilanan danin ku şerkeran bo piûtgîriya alozkariyên Talibanan bihinêrên Efxanistanê.
Li cihên din, li Îraqê, El-Qayde herçend hêş bi gefeye lê derbên berçav pêkevtine û jêrxan û jêderên daraiya wê hatine têkdan. Hijmara teqînên xwekûjî li Iraqê wek nîşanek serekeyê şiyana operasiyonên wê giropê, li sala 2008-ê, bi awayek berçav dabezîne. Ronald Schlicher, ku wek rêkxerê Amerîka ji bo bersîng girtina terorismê kar diket bi girîngîve got: Rêberên eşîretan û yên herêmî li Îraqê berdewamin li ser dinedana eşîretên Sunnî û hevwelatiyên herêmî ku Al-Qaide û aydolociya wê red bikin.
Li gor wê raporta terorismê, cihek din ku sala borî terorîst têde çalak bûne, Somalia ye. Giropa Al-Şebbab rêkxistiyk terorîstiye ku pêwendî bi El-Qayde re hene. Ew li pişkên başûr û navenda welatî çalake. Birêz Schlicher got hikometa yêkgirtî ya nû damezriya Somaliya hêş pêdivî bi piştgîriya navneteweyî heye ku bikarit berewrûyê wê gefê û zihmetiyên din bibit.
Serbarî wêçendê, raportên ragehandinê dibêjin tondroyên biyanî çûne Somaliya ku li rex milîtanên herêmî şerî bikin, cihê ew dikarin xort tir bibin û gefê li civaka navneteweyî bikin. Hikometa nawendiya bê hêza Somaliya welat êxistiye nav rewşek hosa ku nikarit li hember terorismê, cerdevaniyê û bazirganiya muxediratê û jêrpê kirina mafên mirov û tundajoiya aydolocî xwe biparêzit.
Li sala 2008 ê al-Qaide li Mexriba Îsalmî li Cezayrê hijmarek xelkê kuştin. Li Yemenê rewş berdewame li ser xirab bûnê, di demekî de ku Al-Qaide li sala bûrî çendîn êrîşên bikuj birêve birin.
Amerîka bi şerê xwe yê li dijberî terorê pêgîr dimînit. Li sala borî rêberên El- Qayde li Îraqê û Pakistanê hatin kuştin. Rêberên terorîstan berdewam di helatin yan xwe veşartinê de bûne. Bi dehan welatan qanûnên nûyên diberî terorîsmê pesend kirine yan qanûnên xwe yên heyî bihêz kirîne. Li seranserî cîhanê bizavên jibo şer kirina li hember berdest kirina daraiya terorîstan heta radeyk baş serkevtî bûye. Amerika dê berdewam bit li ser bikar anîna rêbazek berfireh, dinavda bikaranîna amîro û kereseyên dîplomatîk, leşkerî, aborî û siyasî û keltorî di nav şerê şikestdana gefa terorîstî de.