 |
| Hoşyar Zêbarî, 19 Jun 2009 |
Wezîrê derve yê Iraqê dibêjit ew piştraste ko welatê wî dê şêt tenahiya xwe biparizit piştî hêzêt Amerîka domahiya vê heyvê ji bajêrit Iraqê têne vekêşan.
Hoşyar Zêbarî roja Heynî li Tokyo ev têbînye dan, ko li wêrê digel rêberêt Japonê kom bo, bo rakêşana pitir kardarya Japonî bo Iraqê.
Balyozê Amerîka li Iraqê Christopher Hll roja Pêncşembî got, Amerîka li roja diyar kirî li domahiya vê mehê dê hêzêt şerker ji bajêra vekêşit.
Hill got, Amerîka dê hemî pêgirtnêt xwe ci bi cê biket li dîv nexşeka parastinê ya Amerîka û Iraqê ko sala borî liser rêkeft bon ko 30 meha şeş hêzêt Amerîkî ji bajêra bêne vekêşan.
Li alozkaryêt roja Heynî, polîs dibêjin, çekdaran li Mosil teqe li rahênerekê tîmeka karatê ya niştîmanî Izzet Abdullah kir û koşt.