 |
| Piştevanên Musewî li xwepêşandanekê de. |
Îro şembî piştevanên Mîr Huseyn Musewî, berbijarê hilbijartina serokkomarîya Îranê yê ku Ahmedînejad zora wî biribû, plan heye ku xwenîşandaneke dinî mezin bikin rojek piştî ku rêberê bilindê Îranê huşdarî da rikeberîyê ku xwenîşandanên li dijî encamên hilbijartina heftîya buhurî yên kêşe li ser bi dawî bînin.
Çaverê tê kirin ku Musewî îro li Tehranê li Meydana Şoreşê bo xwenîşanderan gotarek pêşkêş bike. Fermandarê Tehran Murtaza Temedun gotîye kombûn rê pê nehatîye dan û divê bête hilweşandin.
Roja heynî Ayetullah AlîXamaney got rêberên opozisyonê heke dawî bi xwenîşandanan neynin ew dibin berpirsyarên her cure tundtûtûjîyê.
Di gotara xwe ya yekê de ji dema hilbijartina 12ê meha şeş heta niha Xamaney herwisa Ahmedînejad wek serkeftîyê bêguman ragihand.
Çend demjimêr paş gotara Xamaney li ser banên bajarê Tehran xwepêşanderan diruşman didan weku "Xwedê mezin e" û "Bimre Dîktator."