Kongresa Amerîka tepeserkirina li dijberî xwenîşanderêt Îranî mehkum kirîye û piştgirîya xwe bo xelkê Îranê nîşan daye ku bi azadî dîtinêt xwe eşkera bikin.
Hem Senatê û hem jî Civata Nuneran roja eynî bi têkrayî dengan û bi awayek bi hêz piştgirîya Amerîka bo xwenîşanderêt Îranî yêt nerazîbûna xwe li hemberî hilbijartina serokatîyê ya heftîya buhurî derdixin eşkera kirin.
Wê biryarê pêda girtîye ser girîngîya mafêt mirov, azadîyên civakî û herwisa desthilata qanunê jibo xelkê Îranê.
Biryara Senatê daye zanîn niha demê hindê ye bo Kongresa Amerîka ku bi têkrayî dengan bi axivît û piştgirîya mafêt bingehîyên xelkê Îranê biket bo destnîşan kirina paşeroja xwe dinav azadîyê de.
Qanundarêjên Amerîka yên Komarî rexne li serok Barack Obama girtine ku helwestek bi hêz û eşkera li ser bûyerêt nav Îranê negirtîye.