|
UNHCR xemgîn e li hember girtina xelkê li Îranê
|
By Lisa Schlein
Geneva
20/06/2009
|
|
 | Navi Pillay
| Raspera Bilind ya Neteweyêt Yekgirtî bo Penaberan Navi Pillay dibêjît ew di xema hindê da ye ku hindek endamên milîşîya ne qanunî hêzê û zorê bikar bînin piştî hilbijartina serokatîyê ya kêşe-liser ya vê domahîyê li Îranê.
Peyivdarê Rasperîyê Rupert Colville dibêjit Rasperîya Bilind bi dirustî nizanit ka çend kes hatine girtin lê di wê bawerê da ye ku bi sedan kes bin ku berevankarêt mafêt mirovan û bizavkarên siyasî û rojnamevan dinav wan da ne. Û dibêjît rêka ku ew kes pê hatine girtin çend pirsyaran tînîte pêş.
Rêzdar Pillay rijdî li karbidestêt Îranê diket ku bi dirustî reftarê bikin yan jî reng e bi ne edaletîyê bêne xetabar kirin. Dibêjit azadîya axaftinê û xirvebûnê, mafêt binaxeyî yêt mirovan e. Ew pesna xwenîşaderat didet ku bi aştî û tenahî xwenîşandan kirîn.
Raspera bilind îna bîra karbidestêt Îranê ku wan çênd peymanêt navnetewî mor kirîne ku nabit çi kes bê sebeb bête girtin û ya pêdivî ye mafêt wan bo azadîya axaftinê û xirvebûnê misoger bikin û ya fer e karbidestêt Îranê pêgirtinê bi berpirsyarêt xwe yêt qanunî bikin.
|