Polîsê Iraqê dibêjitin bi kêmî 72 kes hatin kuştin û 200ên dî birîndar bûn di teqîna bomba xwekujekî de li nêzîkî Huseynîyeke Şî'ayan li bakûra Iraqê.
Teqîna duhî şembîyê Taze ser bi bajarê Kerkukê 10 roja ye berî muhleta vekêşana serbazên Amerîkî ji herêmên dorûberên bajaran li Iraqê.
Lorîyeke bombkirî teqîya dema nivêjkar ji mizgeftê derdikeftin piştî nivêja nîvro li Taze, bajêrokê pirranîya Turkmena li başûra bajarê Kerkukê.
Nêzîkî 25 malan hatine herraftin û karbidestên saxlemîyê dibêjin jin û zarok dinav qurbanîya de hene.
Heta niha kesî berpirsyarîya xwe ji teqînê eşkere nekirîye.