Roja şembîyê bi sedan xwenîşander li bajarê New York, Washington û Los Angeles bo piştevanî li grupên opozîsyonên Îrane xwenîşandan bi rêk xist.
Li Almanya zêdeyî 1000 kes li ser kolanên Hamburg kom bûn û li Fransa bi hezaran kes li nêzîkî Paris kom bûn ku rêkxistina Mucahiddînî Xelk pêk înabû.
Serokkomarê Amerîka Barack Obama jî bi şeweyeke ciddî bo Îranê da zanîn ku hemu kiryarên tundûtûjî û nerewayî yên li dijî xelkê xwe rabigret.
Bi hêztirîn axaftina xwe sebaret bi ne aramîya paş hilbijartina li
Îranê birêz Obama got hikumeta Îran divê têbigihîje ku cîhan bala xwe
daye van tundûtûjîyan û li dijberî wê ye.
Birêz Obama ev axaftin duhî şembîyê kir piştî ku raportan behsa şerr û
lêkdanên tund kirin ku linavbera karbidestên Îranê û xwepêşanderan
qewimin li Tehran.