Serokê Komara Înguşetiya ya ser bi Rûsya di hêrişekê de, ku karbidest dibêjin hêrişeka xwekujî buye, bi giranî birîndar bu.
Karbidest dibêjin serokê Înguşî Yunus Bek Yevkurov sipêdeya roja duşembî birev karî diçû dema nêzî bajêrê Nazran bombeka ser rêkê bi karwanê otombîlên wî peqî.
Karbidest dibêjin birînên Yevkurov giranin belê jiyana wî di metirsiyê de niye.
Ajansa nûçeyên Itar-Tass ya Rûsî ragehand ku neştergeriyeka serkeftî bo wî hat kirin û bo Moscow dihête veguhastin.
Serokê Rûsî Dmitri Medvedev hêrişa dijî Yevkurov mehkum kir û bi karekê tîrorî nav bir.