|
Îranê helweşandina encamêt hilbijartinê red kirîye
|
24/06/2009
|
|
 | | Ayatullah Ahmed Cennetî, serokê Civata Bihêza Nobetdarîyê. | Îranê helweşandina encamêt hilbijartina kêşe-liser ya serokkomarîyê red kirîye lê serokê Amerîka Barack Obama dibêjît pirsyarêt mezin li ser rewabûna wê dengdanê hene.
Dezgehêt ragihandina Îranê roja sêşembîyê dane zanîn ku Civata Bihêza Nobetdarîyê anku Şûrayî Nîgehban encamêt hilbijartinê bettal naket demê got çi xeletîyêt mezin di dengdanê da nehatine kirin.
Li Washingtonê serok Obama kiryarêt nerewa û yên ji alîyê hikumeta Îranê ve li dijberî xwenîşanderêt nerazîbûnê mehkum kir ew xwenîşanderên li Tehranê û li bajarên din yên Îranê nerazîbûna xwe li hemberî wê hilbijartinê nîşan dayîne.
Wî got Amerîka û civaka navnetewî bi kiryarêt lêdan û girtina xwenîşanderan ecêb girtî û tûre bûn.
Serokî herwisa vîdyoya mirina xanimekê dinav xwîna xwe da di encama teqe kirineke roja sêşembîyê li Tehranêweke bûyereke cergbir şîrove kir.
|