Serokê Amerîka Barack Obama ew rexne red kirin ku wî demûdest an bi awayek bihêz û pêdivî bersiv nedaye wan bizavên Îranê yên têkşikandina dîtinêt cûdayên piştî hilbijartinê yên vê mehê zû birêve çûyî.
Dinav konferansek rojnamevanî de roja sêşembîyê li Seraya Sipî birêz Obama got Amerîka rêzê li serwerîya Îranê digrît û dest di karûbarêt wê yî navxweyî wernadet lê wî got Amerîka bêzarîya xwe li hember tundûtûjîya li hember xelkê sivîlê bêguneh nîşan didet li her cihekî hebit.
Wî got ew divîya ligor erkên xwe kar biket li ser hindê ka bi çi awayî digel Îranê kar biket ne weku ligor dîtinêt Kongresê.